Di sala 2024an de Nûbiharê çi xebat kirine?

Kovar
Di sala 2024an de kovara Nûbihar wek salên berê 4 hejmarê xwe derxist. Di nava salê de hejmarên kovarê; 166, 167, 168, 169 weşiyan. Nûbihar Akademî jî bi hejmarên xwe yên 21 û 22an weşiyan.

Pirtûkên Nû
Di nava sala 2024an de wek weşanxane me 38 pirtûkên nû gihand ber destê xwîneran. Ji van pirtûkan 4 heb bi Tirkî, 34 heb jî bi Kurdî ne. Ji 34 hebên Kurdî 32 heb bi Kurdiya Kurmancî, 2 heb bi Kurdiya Kirmanckî ne.

Lîsteya Pirtûkên nû:
1- Suhbeta Sed Eşîran / Abdulkadir Kızılkaya (Gûzereşî) / Lêkolîn
2- Miradê Kinê Jiyan, Huner û Stranên Wî / Hurşît Baran Mendeş / Lêkolîn
3- Şiyarkirina Gelê Kurd Di Hizrên Seîdê Kurdî de / Reşat Adak / Lêkolîn
4- Dîroka Edebiyata Kurdî CILDÊ I. Ji destpêkê heta sedsala 14 / Prof. Dr. Marûf Xeznedar / Werger: Ziya Avci / Lêkolîn
5- Dîroka Edebiyata Kurdî CILDÊ II. Sedsalên 14. û 18an / Prof. Dr. Marûf Xeznedar / Werger: Ziya Avci / Lêkolîn
6- Dîroka Edebiyata Kurdî CILDÊ III. Nîvê Yekem ê Sedsala 19. 1801-1850. / Prof. Dr. Marûf Xeznedar / Werger: Ziya Avci / Lêkolîn
7- Dîroka Edebiyata Kurdî CILDÊ IV. Nîvê Duduyan ê Sedsala 19an û Destpêka Sedsala 20an (1851-1914) / Prof. Dr. Marûf Xeznedar / Werger: Ziya Avci / Lêkolîn
8- Dîroka Edebiyata Kurdî CILDÊ V. Di Navbera Herdu Şerên Cîhanê yên Yekem û Duyem yên Sedsala 20an de (1914-1945) / Prof. Dr. Marûf Xeznedar / Werger: Ziya Avci / Lêkolîn
9- Dîroka Edebiyata Kurdî CILDÊ VI. 1945-1975 (A) / Prof. Dr. Marûf Xeznedar / Werger: Ziya Avci / Lêkolîn
10- Dîroka Edebiyata Kurdî CILDÊ VII. 1945-1975 (B) / Prof. Dr. Marûf Xeznedar / Werger: Ziya Avci / Lêkolîn
11- Pişîka Min / Mîkaêlê Reşîd / Zarok
12- Dilşa û pitika nû / Liane Schneider / Werger: Abdullah Încekan / Zarok
13- Dilşa dibe xwediya pisîkekê / Liane Schneider / Werger: Abdullah Încekan / Zarok
14- Dilşa cara pêşî difire / Liane Schneider / Werger: Zehra Dilovan û Selman Dilovan / Zarok
15- Dilşa pizzayê çêdike / Liane Schneider / Werger: Hêja Încekan & Abdullah Încekan / Zarok
16- Çerçiyê Taxê / Kenan Erdenci / Çîrok
17- Sirra Bi Kul / Stefan Zweig / Werger: Abdullah Încekan / Çîrok
18- Hîkmet bi Hîkayet / Sadullah Taşan / Çîrok
19- Pênûsa Şikestî / Edîb Polat / Çîrok
20- Kînor / Dağıstan Karakoç / Roman
21- Delala Dînik Rastiyeke Geliyê Zîlan / Salih Serhedî / Roman
22- Hevdîtina pêxemberan / Dîlan Şewqî / Helbest
23- keça dilê te me / Evîn Şikakî / Helbest
24- Hinekirî mane guliyên şeve / M. Zahir Kayan / Helbest
25- Kirasê Heyînê / Berken Bereh / Helbest
26- Ji Haîkûnûsên Japonî Demsal Bi Demsal Haîkû / Harold Stewart / Werger:  Sidîq Gorîcan / Helbest
27- Hestên Pîroz / Kevok Mizgîn / Helbest
28- Vateyê Verênanê Çêrmûgi / Cevat Yıldız / Folklor

29- Fablên La Fontaine / Memê Miksî / Folklor

30- Heft, Hesp, Teyr, Ruh, Av û Agir Deh Mijar Ji Zargotina Kurdî / Şemoyê Memê / Folklor
31- Porzêrînê -Xeberoşkên Herêma Mêrdînê- / Mahmûd Barik / Folklor
32- 101 Gotinên Pêşiyan 101 Çîrok-2 / Mehmet Öncü / Folklor
33- Antolojiya Nivîskarên Jinên Kurd / Rojbîn Ozkan / Bîyografî
34- Vîr û Vate Bi Kirdkî (Zazakî) Sohbetî, Kultur, Ziwan, Edebîyat, Sîyaset, Hûner / Seyîdxan Kurij / Hevpeyvîn
1- Osmanlı Devleti’nde Bir Kürt Aşireti Aşîtî / Ercan Gümüş; Recep Ayhan / Araştırma
2- Batıda Sahte Bir Kürt Prensi: Kakelo / İbrahim Bulak / Araştırma
3- Said Elçi -Bir misyon Bir Lider- / Nurettin Beltekin / Araştırma
4- Doza Kurdistan -Kürdistan Davası- Kürt Ulusunun Tutsaklıktan Kurtuluş Mücadelesinin 60 Yıllık Hatıraları / Kadri Cemilpaşa (Zinar Silopî) / Araştırma

Çapên Dûbare
Di nava sala 2024an de me 33 heb pirtûkên me ku çapên wan qediyane cardin çap kir.

Çapkirina pirtûkek bi tîraja 25.000
Di çerçoveya kampanyaya 25 hezar xwandekar 25 hezar pirtûk de me pirtûka Pisîka Min di careke de 25.000 çap kir û li dibistanên dersa hilbijarî ya kurdî hene belav kir. Bi vê awayê pirtûk giha ber destê hemû xwandekarên dersa kurdî hilbijartine. Her wiha di dîroka weşangeriya Kurdî de care yeke ye ku pirtûkek 25.000 tê çapkirin.

Sempozyûma Navneteweyî Li Ser Ziman Edebîyat Û Zanistên Civakî -I-
4-5.05.2024an de Sempozyûma Navneteweyî Li Ser Ziman Edebîyat Û Zanistên Civakî -I- b serokatiya Doç. Dr. Zülküf Ergün hat li darxistin. Di sempozyûmê de gelek akademîsyen li ser meseleyên bi Kurdan re eleqedar axivîn. Gotarên sempozyûmê wek pirtûk jî were weşandin.

Tarih Kulübü Yayınları
Nûbihar her çar pirtûkên Tarih Kulübü Yayınları ku yên Mahmut Akyürekli bûn dewr girt. Ji niha pêve di bin banê Nûbiharê de werin belavkirin û çapkirin.

Salname
Kevneşopiya weşanxana me Salname wek her sal dîsa derket. Di pişta salnameyê de bi kurtî ev agahî hene: Navdarên Kurd, navdarên cîhanê, edebiyata cîhanê, agahiyên dînî, bûyerên muhîm yên li ser Kurdan û yên ku li cîhanê qewimî, pêkenokên Kurdî, xeberoşkên demsalê, helbestên ji edebiyata Kurdî û gelek tiştên din… Di rûyê pêş de jî; gotinên navdar û yên pêşiyan, mealên ayet û hedîsan, bûyerên di wê rojê de qewimî û wextên nimêjê cî girtine. Kartonên ku îsal bi salnameyê re hatine dayin 8 in: Riha, Medreseya Sor-Cizîr, Sûrên Diyarbekir-Amed, Qesra Îshaq Paşa-Bazîd, Bedîûzeman, Selaheddîn Eyûbî, Şerefxanê Bedlîsî û 5 Edîbên Kurd (Ehmedê Xanî, Melayê Cizîrî, Feqiyê Teyran, Melayê Bateyî, Baba Tahirê Uryan)

Fûara Pirtûkan
Di 2024an de em tevlî 10 fûaran bûn.

17-27.04.2024 Fûara Pirtûkan a Hewlêrê
29-28.04.2024 Fûara Pirtûkan a Îzmîrê
17-19.05.2024 Fûara Pirtûkan a Mêrdînê
29.08-01.09.2024 Fûara Pirtûkan a Şaredariya Sancaktepe
16-20.10 2024 Fûara Pirtûkan a Batmanê
25.10-03.11.2024 Fûara Pirtûkan a Batmanê
25.10-03.11.2024 Fûara Pirtûkan a Meletî
02-10.11.2024 Fûara Pirtûkan a Stenbolê
16-24.11.2024 Fûara Pirtûkan a Rihayê
30.11-08.12.2024 Fûara Pirtûkan a Amedê

Û helbet bi dehan kêfxweşî û westandinên din.
Û dûbare, em spasdarê ew kasan in ku tevlî çîroka me bûne.

E-mail:  info@nubihar.com

About Çand Name

Edîtorê malperê - 1 (Nivîsa bar dike, sererast dike û diweşîne)

Check Also

Kovareke Nû ya Wêjeyî: “Vîn” Dest bi Weşanê Dike

Di qada weşangeriya kurdî de kovarên dîjîtal bi bîhneke nû geş dibin. Kovara bi navê …

Bersivekê Binivîsêne

Epeyama we nayê weşandin. Required fields are marked *