“Antolojiya Nivîskarên Jinên Kurd” Derket

Mijara nivîskarên jinên Kurd, yek ji girîngtirîn mijar e ku têra xwe nehatiye ziman. Mixabin ji ber gelek sedemên cûr be cûr, nav û berhemên nivîskarên jinên Kurd jî nehatine nasandin.
Ev Antolojiya nivîskarên jinên Kurd jî bi vê armancê hatiye amadekirin. Nivîskar di vê berhemê de jinên Kurdînivîs ên her çar parçeyên Kurdistanê û her wiha yên Ermenistan û Kafkasyayê bi xwendevanên Kurd daye nasandin.

Nivîskar Rojbîn Özkan, pirtûkek bi navê “Antolojîya nivîskarên jinên kurd” çap kir. Ev berhema wê ya pêncan e, weşanxaneya Nûbiharê çap kiriye. Di Antolojîyê de navên nivîskarên jin ên her çar parçeyê Kurdistanê cih digrin. Nivîskar Özkan ji malpera me re got: “Ev xeyala min a 12e salan e ku ez difikirim berhemek weha amade bikim.”

Rojbîn Özkan Kî Ye?

Nivîskar Rojbîn Özkan  ji başarê Mûşê gundê Rindalya navçeya Gimgimê ye. Ji sala 2005an pêve dest bi nivisandinê kiriye. nivîsên  wê heta niha di kovarên wek nûbiharî nûpelda, pêngav, heftreng… keskesor, û gelek malperan de hatine weşandin…. her weha amadekeriya dosyeya ”Edebiyata Zarokan” û ”Dosya Jina Kurd” kiriye. Herdu dosya jî kovara nûbiharê de weşiyane

Berhemên Rojbîn Özkan ev in:

Zarokên Heskifê. Çîrok, weşanên Nûbiharê 2012
Stêrkên Behiştê, lêkolîn, weşanên Nûbiharê 20..
Serê bajarekî Çîrokek. Çîrok, weşanên Loryayê 2019
Qenewîç, çîrok weşanên Nûbiharê 2021
Antolojîya Nivîskarên Jin, lêkolîn biyografi weşanên Nûbiharê, 2024

About ziman

Edîtorê malperê - 2 (Nivîs sererastkirin û weşandinê dike)

Check Also

Navdarên Cîhanê: ÎBN RUŞD (1126 – 1198)

Hekîm û felsefevanê Ereb ê Endulusî û ‘alimek felsefe, fiqih, matematîk û tipê ye. Li …

Bersivekê Binivîsêne

Epeyama we nayê weşandin. Required fields are marked *