Ji Nûbiharê Du Kîtabê Nû

 

bihara te, kilê bihuştê ye

û pişta te, bi şîrê efsaneyan têr e.

 

ey dildar..

dema limêjên hembêzan dest pê dikin,

tu û sermê hûn çi ji hevdû re dibêjin?

Navê Berhemê: Hevdîtina pêxemberan

Nivîskar: Dîlan Şewqî

Weşanxane: Nûbihar

Cûre: Şi’îr

Katkıda Bulunanlar: Hazırlayan:

Sala Çapê: 2024

Çap: Çapa 1em

ISBN No: 978-625-6605-49-7

Barkod No:

Sala Derketinê: 2024

Ji bo Salê: 3+

Tema: şi’îr, Şiîra Kurd

 

&&&&&&&&&

keça dilê te me

ji cenga mirinê direvim
li pey xwe sihikên mirovan
xaniyên kavil
rêyên pîr, lêxistina deriyan
di sibehên cejnê de
û strana: hoy… hoy delala dilê min dêrik buhişt e…
li pey xwe dihêlim
di bosteke av de dixeniqim
ji dengê xwe têm şuştin
bêriya xwe dikim
noq dibin……
di ava deryaya spî de
li binîîîîîî…
li binî disekinim
koçberan kêl bi kêl dijmêrim.

Navê Kitibê: Keça dilê te me
Nivîskar: Evîn Şikakî
Weşanxane: Nûbihar
Orijinal Adı:
Ziman: Kurdî (Kurmancî)
Dizi adı:
Seri adı:
Cure: Şi’îr
Sala Çapkirinê: 2024
Rûpel: 66
ISBN No: 978-625-6605-47-3
Barkod No:
Çıkış Tarihi: 2024
Ji bo Salê: 3+
Tema: şi’Îr, Şi’îrê Kurd

Dîlan Şewqî Kî Ye?

Dîlan Şewqî di sala 1970yî de li Rojavayê Kurdistanê, Serêkaniyê hatiye dinyayê. Nivîskar ji bilî nivîsandinê bi karê wergerê re jî mijûl dibe. Wê heta niha pirtûkên Ahmed Arîf, Atîla Îlhan, Ummuhan Biçakli û Ahmed Tellî wergerandine zimanê Erebî û Kurdî. Nivîskar niha li Konyayê dijî.

Berhemên wê:

1- Ramûsanên Sor, (helbest), Heleb 1998.

2- Hevdîtina Peyxemberan, (helbest), Şam 2006.

3- Ez Tevde Pencere me, (helbest), weşanên Avesta, Stenbol 2013.

4- Şekirê di Berika Bavê Min de, (roman), weşanên Avesta, Stenbol 2021.

5- Çavên Şefeqê ve Dibin, (li ber çapê ye).

6- Jîn û Geriya Min, werger ji bîranînên Cegerxwîn, Qamişlo.

 

About ziman

Edîtorê malperê - 2 (Nivîs sererastkirin û weşandinê dike)

Check Also

Navdarên Cîhanê: ÎBN RUŞD (1126 – 1198)

Hekîm û felsefevanê Ereb ê Endulusî û ‘alimek felsefe, fiqih, matematîk û tipê ye. Li …

Bersivekê Binivîsêne

Epeyama we nayê weşandin. Required fields are marked *