Pênûsa Şikestî

“Bi rakirina qedexekirina li ser Kurdî re, li bakurê Kurdistanê, zemîneke baş ji bo pêşketina çîroka Kurdî hate holê. Dibe ku miletê Kurd di her warê jiyanê de feqîr mabe, lê dewlemendtirîn milet e di warê mijarên wêje û edebiyatê de. Edîb Polat bi van çîrokên xwe derî li ber du riyan vedike. Li ber vejandin û jinûvenivîsandina çîrokên ku di nav xelkên me de hatine gotin, lê nehatine nivîsandin. Ji hêla din de, derî li ber daweşandina toza heyştê salî û nûkirina giyana çîrokê vedike.”

Helîm Yûsiv

“Ez bi rihetî dikarim aliyê lîrîk ê (Leystoka Pelixî) bidim ber wê hîkayeya Fuat Temo ya “Şewêş” û ya Anderson û wê hîkayeya “Keçika Kibrîtfroş” ku hema hema li temamê zimanê cîhanê hatiye wergerandin û heta roja qiyametê kî wê bixwîne, dê kezeba wî bişewite.”

Ayhan Meretovar/Nûbihar, jimar: 112, Havîn 2010.

 

Navê Berhemê: Pênûsa Şikestî

Nivîskar: Edîb Polat

Weşanxane: Nûbihar

Ziman: Kurdî (Kurmanci)

Cure: Hikaye

Sala Çapê: 2024

Çap: Çapa 1em

Rûpel: 120

ISBN No: 978-625-6605-48-0

Sala Derketinê: 2024

Çend Salî: 3+

Tema: Çîrok, Çîroka Kurdî

 

Edîb Polat Kî Ye?

 

Edîb Polat di sala 1964an de li gundekî Amedê hatiye dunê, lîse û zankoyê li heman bajarî kuta kiriye.

Mamosteyê biyolojiyê ye, ji bo pirtûk û nivîsên xwe gelek caran di zîndanan de maye. Ji sala 1999an

heta sala 2017an, di Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê de wekî biyolog û zimanzan xebitiye. Di Sibata

sala 2015an de li Zankoya Artûklû Beşa Ziman û Çanda Kurdî masterê (lîsansa bilind) kuta kiriye û teza

xwe li ser “Di Çend Pexşanên Kurdî de Evînên Efsanewî” amade kiriye. Du xelatên navnetewî yên

Azadiya Ramanê girtine: Xelata Barbara Goldsmith (PEN) a Azadiya Nivîsê (1994) û Xelata Human

Right Watch a Azadiya Ramanê (1994).

Lêkolîn, roman, çîrok û werger jî di nav de, heta niha ji 20î zêdetir berhemên nivîskar weşiyane.

 

About ziman

Edîtorê malperê - 2 (Nivîs sererastkirin û weşandinê dike)

Check Also

Navdarên Cîhanê: ÎBN RUŞD (1126 – 1198)

Hekîm û felsefevanê Ereb ê Endulusî û ‘alimek felsefe, fiqih, matematîk û tipê ye. Li …

Bersivekê Binivîsêne

Epeyama we nayê weşandin. Required fields are marked *