Zimanê polîtîk hunera rêveberên xweyî tercûbeyane û axaftinê bi peyvên ne eşkere tînin bi kar
anîn.
Ji peyvên polîtîk femkirina hunera dîplomasiyê ye.
Dîplomasî karê dîplomatên perwerda dîplomasî yî dîtinane.
Mirovên ji zimanê dîplomatan fem nekin dibin wekî cenawir pir dijwarin.
Lazime aqil bikeve xeta têgehan û ji bona ku civak di nava xwe de tevlihev nebin û bi aramî bijîn,
hunermendên bi hunera têgehan tesîra xwe bikar bînin û rê li heqaret û bêreziyan bigrin.
Milet bi keda dîrokî de bi berdêl û cangorî bûnin canfeda bûnin milet û lewra di rûpelan de bi
pênûsa xûnê ve hatiye nivîsin.
Mafê tu kesan tûne bêrêziyan li şehîd û bedelan bikin, lazime aktorên pêşevan têgehên polîtîk û
dîplomasî bi aqlê kamil bi civakê bidin femkirin.
Di sedsala 21an de mafê tu rêxistin û partiyan tune bibin sedema nakokiyên ku di dîrokê de hatine
bikar anîn.
Lazim e her kurdên ku xwe rewşenbîr diecibînin û destê wan de pênûs bikar tînin pênûsa xwe bi
qontrola aqilê selîm û ji dîrokê sûdwargirtî bikar bînin.
Miletê kurd ji tevahî rêxistin û partiyan mezintirînin.
Rêxêstin û partî ji bona aramiya milet dibin saziyên rêvebir û ji milet re bibin feyde xizmetê bikin bi
melet destûra erê kirinê digrin.
Gotinên pêşiyane, dibêjin gur li roja bi mije ji şikefta xwe têde veşartiye derdikevin.
Roja bi mijbe gur dikeve nava ajalên kedîkirî heta fesal hebe yek ajalekî sax nahêle wekî komkujî
bikar tîne û tevahiya ajalan dikuje.
Mexabin di van rojên dîrokî de dewsa tevlihevî de, hewcetiya miletê kurd ji tevahiya dewlet û
miletan pirtirîn bi destê hev girtin û piştgirtina hev girtin heye û hewcetî bi hunera aqlê selîm ji
dîrokê sûdwarin heye têgehên dîplomasî bikar bînin.
Dijminê miletê kurd yek xulekekî nasekinin û bi tevahiya rêxistin partî û dewletan re di nava
tevgerên têkiliyan denin.
Tevahî têkiliyên wan ji bona ku bibin astengî nehilêlin miletê Kurd têkiliyên dibin xizmeta yekîtiya
netewî û polîtîka aramî xaka welat rizgar bikin û miletê kurd ji bindestiya desthilatdaran azad bin.
Mexabin di bêrîka her kurdekî ku têkiliyên wan bi rêxistin û siyaseta partiyan re cêbûnin de kîsikekî
wanê veşartî henin.
Li himber desthilatdaran bi pîvan diaxivin û bes dema tên himberê hev kîsikên di bêrîka wande
veşartîne, wekî birûska ji esmande diteqe li himberê hev bikar tînin.
Bila hemû kes pir baş zanîbin di dîroka miletê kurd de wekî sûçdarî têne bibir anîn.
Roj roja bi aqlê aramî tevgerandine, Kurdistan welatê tevahiya kurdane, ne tenê ji bo
berjewendiyên rêxistin û partiyane.
Miletê kurd destê xwe ji piştgirtina van rêxistin û partiyan ji para bigrin, temenê rêxistin û partiyan
wekî bendê bi meqes tê birîn qut dibin.
Lewra milet ji partî û rêxistinan mezintirînin.
Hêvîdarim ku rêxistin û partiyên me di van rojên bi mijin de bi têgehên tîpên zêrîn dîrok binivîsin û
bibin dîplomatên bi huner miletê kurd ji zaliman desthilatdaran azad bikin.
Behçet Ateş: 23-11-2024
ÇandName Li pey şopa bav û kalan…