Ji Tevgera Neteweyî Ya 1925an PORTREYÊN ŞOPHIŞTÎ -II-

Piştî bidawihatina Şerê Giştî yê Cihanê, di 17yê Kanûna Ewel a 1334ê (1918) de, bi serokatîya Seyid Abdulgadirê Nehri û hevalên wi li Stenbolê ji bo bidestxistina mafê rewa yê neteweya Kurdistanê, bi navê Komela Tealîya Kurdistan (CTK)ê rêxistineke nû hate damezrandin û li bajarên gewre yên wekî Dîyarbekir, Dêrsim, Sêrt, Xarpêt, Meletîyê û di ser hev de li 19 câyên din subeyên cemîyetê hatin sazkirin.

Piştî xebata du salan, gesbûna bûyer û gesepêdanên li herêm û chanê, meseleya dahatûya Kurdistanê, di nav damezrêner û rêvebirên CTKê de nêrînên cuda derxistin meydanê. Ji bo dahatûya Kurdistanê, beseke damezrêner û rêvebiran, di nav sinorên dewleta Osmani de pêkanîna muxtarîyetê (otonomi) diparastin û beseke din jî serxwebûnê dixwestin.

Sebeb ne tenê ev be jî, li ser vê gotarê, rêxistina navbori bû du bend.

Pisti girtin û jihevbûna CTKê, çûbe û komîteyên li Kurdistanê ketin nav xebat û lêgerîneke nû. Rêxistina “Komîteya Kurd a Erzoromê” di encama vê lêgerînê de dest bi xebatên binerd kirîye û bi Komîteya Stenbolê re jî têkiliyên xwe yên vesarti domandine. Komîteya Kurd a Stenbolê û Komiteya Kurd a Erzerumê di Nisana 1922yê de bi tevi hinek rêxistin û komên din yekitîya xwe pêkanîne û bi navê “Cemîyeta Îstiqlala Kurdistanê” yan jî “Komîteya Îstiqlala Kurdistanê” rêxistineke nû hatîye damezrandin û Xalid Beg jî wek serokê komîteyê hatîye hilbijartin. Ev rêxistin di hin çavkanîyan de, bi navê “Komîteya Azadiya Kurdistanê (KAK)” yan jî bi navê xwe yê kurt, wek “Azadi” tête binavkirin. Di belgenameyên Mehkemeya Îstiqlal a Serqê de, rêxistina navborî bi navê “Kürdistan istiklal ve istihlas Cemiyeti” [Cemîyeta Îstiqlal û Îstihlasa Kurdistanê] derbas dibe.

Standin: peywend.com

 

Etîket: Polylang KMR, sernivîs

Gotara berê:

Gotara piştî:

Gotarên Têkildar

Danasîna Pirtûka Destpêk û Dîroka Sînemaya Kurdî a Dilazad ART

Pirtûka “Rastiya Dîroka Oxûz-Turkmen û Kurdan”

Tevgera Neteweyî ya 1925an, Hedîseya Pîranê û Şêx Seîd (1865-1925)

Mîrnişîna Kurdî: Pergalek Siyasî ya Dîrokî

Armancê Kovara Jînê

ziman

Edîtorê malperê – 2 (Nivîs sererastkirin û weşandinê dike)

Hemû nivîskar →

Şîroveyekê bihêle