RÊYA HEZKIRINÊ

Jiyana ku bê rêzikê hezkirinê tenê fermana talaniya wî miletê ye.
Lewra hezkirin hêstên xweza û rêzika tevahiya têkiliyane, bê hezkirin berhevbûn çênabe û di xwe
de na afire.

1-Mirov di têkiliyên bi hevre bi rastî ji bona ku hezkirin be, tenê guh bidin hêstên dil û ramanên bi
dîtina çevan di aqilde dibe têgeha evîna, ferê dibî çima hezdike.

2-Armanca mirovan evîna dilê wan be û erê kirina dîtina bi çevan û têgihîştina şaneyên têgeha
rast, wê demê bê şik û bê dudilî dibe tespîta ji hev hezbikin.
Lewra hezkirin jiyandin wekî rêz girtina ji Xweda re ye, Xweda tevahiya hebûnan bi qodê evîn
afirandiye.

3-Têkiliyên malbatan û anjî du kesên ku berzewacin, ger bingeh ji hev hezkirin nebe mafê wan
nîne jiyana xwe û li derdora xwe bikin dojeh, ji bo bi temamî qutkirina diyalogê bîle seba li hincetan
negerin.
Li hincetan gerandin serî li îxanetê xistine, lewra bingeha îxanetê de derew û îftira henin, derew û
îftira ji bo ezmûna jiyana gerdûnî gunehkariya herî mezine û bê efkirine.
Lazime di civakê de jiyana ku ji bo çanda ezbere raweste bisekine, hîmê rêbaza hezkirina bi zanistî
bibe mînak û destpêkê, kilîta deriyê rêbaza hezkirinê di destê rêvebirên ku xwe pêşengê civakê de
mesûlîn divînin dene.

4-Ez bawer dikim ku di civakê de rêbaza zanistî bibe bingeha rêzikê jiyanê bi hevre bi parve kirinê
xweş dibe û civak bi her aliyan de pêjde ketin, bi ramanê lêpirsîna aqil tim bi nûjentî xwe
diguherînin.
Bê guman kedekî pir giran biha lazime û bedelên pir bi qîmet dibin feda, ji bona ku hezkirina
mirovan bikeve xizmeta civakê.
Têkiliyên mirovan bi rêbaza bi rêzik bibe hîmê zanistî û bi hekemtiya qodê qanûnê bextewarî û
srfirazî jiyan kirin rihet dibe.
Miletê ku bi zagonê qanûnê bihevre di têkiliyan de bin, qanûn civakêre ewlekariya huner berhevî
dike û huner bi nasnama wî dibe rêbaza keda civakî û debara jiyanê bi hunerê xwe destkeftî
berhev dikin.
Miletê ku her kes ferê huner bûbe, pir zû dewlemend dibin û rêya şaristaniyê dibe helwesta xwe
guherandine pêjda dikevin, civak hunerê bi gora çevkaniyên kedê zana dibin û hînga kesayetî
neçare ji hunerê hevre bi têkiliyên rêzikî ji hev sûdwar dibin.

5-Bingeha têkiliyan de bawerî xeta sore, bê bawerî destkeftî çênabin.
Mirov bi xwe bawer nekin hinga dikevin nava xeletiyan.
Di dawiyê de diyaloga şaş û xeletî dibe rêbaza xiyanetek pir bi êş.
Lewra di civakê de rêya diziyê, şerû pevçûnan û hev kuştinê, dijminatiya malbatan di civakê de
dawî lê nayê.
Bi gelenperî dema bendê baweriya bi hev, baweriya bi evîna hev, baweriya hezkirina hev, baweriya
têkiliyan bi hevre û baweriya bi karû xebatan kirin tune be, hînga çiqasa xeraviyên ku dibe sedema
civak têkherin û nexweşiyên bi êş vedibin.

6-Di civakê de deriyê xîyanetan di derewan de û tevnên xayîntiyê de derbas dibin.

Lewra her rojan bi xeberên kuştinê anjî heqaret û zilmê re rû birû dimînin û dibin sedema dilê hev
bişkînin û bendê rêbaza rêzikên baweriya bi hev û têkiliyên rastî qut dibin.
Dilê şikestî kêrî tu kesan nayê, ji ber ku civak hînga baweriya xwe winda dike û her kes rêzikê
rêbaza zanistî winda dikin, mexabin helwesta civakê dibe wekî cenawirê di mijêde veşartî be û
rêya fesadiyan vedibin.

7-Kesên ku temenê wan bûbin 45 / 50 salî divê baş zanibin ku xeletiyek di jiyanê de berdêla wî
çiqas girane dilê mirovan de birîn vedibe.
Lewra kesên temên wan ser 45/50 salîre nin, di derbasiya xwe de tecrûbeyên ku bûnin sedema
bûyerên xerav û xeletiyên dil êşandinê bi çevan dîtinin û binbîra wande tomar bûnin, lewra ji bona
wan kesanan re dibêjin rûsipiyên civakê.

8-Di şaristaniya miletan de, çanda ku dibe pêşengî bingeha wî bi hîmê helwesta rêzikên hezkirinê
dibe jiyana bextewar.
Ji ber vê yekê ye mirov hewcetiya wan bi tecrûbeyên jiyana derbasî heye û dibe feyda
sûdwergirtina bi têkiliyên rastî û bendê baweriya bi hev anînê û bingehê de hîmê hezkirinê dibe
rêbaza têkiliyan zanistî bikar bînin.

Behçet Ateş: 06-10-2024

 

About ziman

Edîtorê malperê - 2 (Nivîs sererastkirin û weşandinê dike)

Check Also

Ne Hewla Mîr Meyla Mîr

Mîr, bi ehlê diwana xwe ve derketibî, li nava bajêr digeriya. Venêrîna sûk û bazar …

Bersivekê Binivîsêne

Epeyama we nayê weşandin. Required fields are marked *