PEYVÊN NE LI RÊ LI KURDAN NAYÊ

Va silogana ku bi navê desthilatdariya mêr li ser jinê qet li miletê kurd nayê.

Lewra miletê kurd bi jin û mêr ve bindestin û tu nasnameyek û mafekî mêran, ji mafê jinan zêdetirin nîne, vîna jinê û vîna mêran bi heman pîvanê derdestî bûye û bihevre li ser xaka herema ku lê dijîn bindestin.

Miletê kurd bi tevê mêran û jinan bihevre berxwedana azadiyê didin. Va destnîşan dide ku berxwedan ji bona azadiya jin û mêr e.

 

Demên borî idî ji para nazivire, tenê ji demên borî sûdwar tête girtin û lewra îro miletê kurd bi jinan ve û bi tevê mêran di heman qadê de, bi heman çekê şerê berxwedan ji bona azadiya milet û rizgariya welat bi serkeftî didin.

 

Di welatekî perçe perçekirî de, miletekî bê nasname, bê perwerde, bê azadiya abirî, bê rêveberiyek ku bûbe erka milet, di qada navnetewiyê de qanûna rêveberiyê nehatiye erê kirin, miletê kurd bi miletî ji bona ku azad bin hewcetî bi siyaseta nirxên netewa niştimanî heye.

 

Welatê xaka wî bi tevahî dewlemendiya ser erd û bin erd, bi tevahî şaristanî û dîroka wî, desthilat kiride, mirov çawa jin û mêran jî hev cûda bi tewambariyê ku mêr li ser jinan de desthilatdarin dinirxînin û heman deman de dibe sedema hûrkirina nirxên malbatî û rê ji xeraviyan re vedike.

 

ji bona ku milet azad bin û welat rizgar be, hewcetî bi jinên zanist û mêrên zanist henin û heta mêr û jin tênegihêjin encama ku bihevre di mafê jiyanê de hemparin û ji bona ku zanistiya jiyana bi anor bijîn, lazime bihevre tevgerên bi nirx saz bikin dibistanên perwerdê vekin û bihevre yek ji yekî kêm an jî zêde nînin tevgerin.

 

Hebûna miletan bi nasnama jin, mêr, zarok, kalik, pîrik, û her waha bi malbatî dibin milet, tête nasîn, hînga ji bona nirxên niştimanî bê şert û merc bi destgirtina bo têgihîştina niştimaniya netewî  mecbûrin, ne kêm ne jî zêde, yek ji yekî kêmtirîn na û heman demê de bi hempar serkeftî dibin.

 

Di vî zanebûnê de her kesayet bi kar û xebata ji bona ku jê encama rêya azadiya milet girtin bi awayek teknîkî, zanistî û bi helwesta jiyan bi hevre bi par dibe jiyaneke bi anor azadî hîn çêtirin dibe jiyana şanaz.

 

Bi gora ku rewşa miletê kurd bi civakî û nirxên parastina têkneçûyinê de tesîra herî mezin a jina ne, lewra jin di malan de malmezinin û mêr jî ji bona debara malê û malbatê di rê de bibin bi axêre dipeyivin.

 

Axaftina mêran a bi axêre ji axê debarê berhevî dike û rêveberiya malbatê bi malmezintiya jinê rêde dibe.

 

Miletê kurd dû ewqasa talangerî asîmîlekirin, koçebertî û guherandina tevahiya navê warû çiyan de, hîna wekî milet xwe parastinin, jin û mêr tesîra bingehî de hemparin.

 

Lazime miletê kurd xwe ji palîtikayên xelet  biparêzin, tewanbar kirina jin û mêr li ser hev ne di cîdeye û ne raste, ji ber ku van peyvên bi tewambar di şert û mercên bindestiyê de wekî bombe ji malbatên kurdan re binî de têk herin tesîra xwe lê dimîne, lewra bi teqez xwe jê berî bigrin.

 

Di çanda kurdan de derdest kirina mêran a li ser jinan bi zanistî nîne, mexabin sûcdar bindestî û bê perwerde ye û sedema wî tenê ji bo parastina civakê û jiyana bi malbatî jin û mêr di rêveberiya jiyanê de hem par cihê hev bi der û hundir guherandine.

Behçet Ateş-25-09-2024

About Behçet Ateş

Check Also

Ne Hewla Mîr Meyla Mîr

Mîr, bi ehlê diwana xwe ve derketibî, li nava bajêr digeriya. Venêrîna sûk û bazar …

Bersivekê Binivîsêne

Epeyama we nayê weşandin. Required fields are marked *