Memo xortekî bi eslê xwe Kurd e û ji Bakûrê Kurdistan serhedê bajarê Wan ê bûye. Memo xortekî çeleng û kedkar li kêleka ava gola Wanê de xehwexanê bikar tîne û ji bo debara xwe û malbate xwe rêde bibe.
Rojek ji rojan ji Girava Axdamaran komekî kes bi tevê keçek pir bedew ji keşkiyê peya dibin û terin nava bajêr ji bona pêdiviyên xwe pêkbînin. Ax Memo ax Memo betreşo Mamo, ma kî ji tere gotibû tu bibî Kurd û êja Kurdekî Bisilman.
Memo yê feqîr ji kur zanîbû ewê Kurdbûna wî bibe bela serê wî û Kurdbûn jî nebes be Bisilmantî jî mîna tembûr xwe bide ser tembûrê û Bisilmantiya Memo jî xwe da ser kurd bûna memo bextê wî reş kirin.
Memo ma te dewsa memo de navê xwe bikira Mihemed çi ji navê te xerav dibû, ma hînga kî pê dizanibû ku Xweda ji tere pêximbertî diyar nedikir.
Memo ma te navê xwe bikira Mehmet çi ji Memotiyê kêm dibû, hînga dibû ku rêya te vedibû û tu dibû sermîrekî bê emsal û belkî dibû sedema te welatê xwe fetih bikira û hînga ewê keçên ezeb bê destûra dayîk û bavê xwe dil biketana te ji bona bitere biziwicin herojan derê bavê te xeleka dîlan girtinê çêdibû. Mexabin Memo navê wî ne Mihemed bû û ne jî Mehmet bû, lewra navê wî Memo yê bextreş bû û Memo bibû evîndarê keçek ne Bisilman, ji ola xiristiyan qîza serkirdê papazan û papazê dêrekî li Girava Axdamaran de li bajarê Wan ê bû.
Ez ne xelet bim di dema bîzansa de li serhedê bajarê Wan ê di nava Gola Wan ê de giravekî piçûk heye û ewder wekî girava ku bi navê Mond saint michel li firansa herema Normandiyê de dêrekî dîrokî çêkirine û pir dişibe Axdamaran. Naxwe tevahî mîr û papazan anjî kesên di wan demande rêvebir bûnin ji bona ewlekariya rêveberiya xwe di nava behrê de û taybetî di giravan de Dêran û anjî Qesrû Qonaxê xwe çêkirinin û îro jî ew derana bûnin qadê serlêdana seyrangeran.
Di sedsala 7 de perçeyek ji Xaçê sembola fila ji Qidûsê û bi ser Îranê re tînin di Girava Axdamaran de hiltînin ango vedişêrin, wî demê fermandar qiral Gegîk ferman dide di sala 915-921 de bi rêveberê endezar Manûel wî Dêrê di 6 salan de çêdike dikeve xizmeta miletê Ermenan.
Dêrê çêdikin diqedînin û papaz dibe serkirdarê Dêra di Girava Axdamaran, dem dibuhure li Girava Axdamaran de jina papaz wî demê ducanî dimîne ango hemîle dimîne û jê re keçek dibê papaz navê keça xwe lê dike Axdamaran. Dem derbas dibe keçik mezin dibe û rojekî terin bajarê Wan ê dema ji keşkiyê peya dibin Axdamaran û Memo li kêleka golê rastê hev têne û li wêderê herdû jî dil dikevin hev.
Memo xortekî derdora 20 salî de bûye û gelek jî çeleng tîtal bûye, bê guman Axdamaran jî keçek pir hezkirî mezin bûye û têra xwe bedew bûye. Dû kesên bedew û tîtalî kî bihîstiye ku bi miradê hev û bihev şabin, Memo û Axdamaran jî wekî bê emsal hewl didin bikevin rêyek bê veger dildarê hev dinin hewl didin ji bona bi hevre bizewicin.
Memo ji bona dilketiya xwe bivîne her rojan bi dizî bi ajberî tere Giravê ew Axdamaran hev bi diziyê leşkerên derê û papaz li ser golê di keşkiyê de hevdîtin çêdikin.
Mexabin hev dîtin tim berbi êvaran de ji bona ku bibe şev kes wan nevînin pêk hatiye û rojekî payêrvan li Axdamaran dikevin şikê û teqîb dikin, bala xwe didinê ku Memo bi ajberî tê Giravê û ew Axdamaran di keşkiyek de hevdîtin çêdikin. Payêrvan rojekî hewa pir bi baran bûye û wî rojê fesalê nadin Axdamaran here Memo bivîne, Memo di avê de pirî dimîne û baranjî dibare pir bêhal dike, wel hesilî Memo ji hêzêde dikeve û di avê de dixeniqe.
Axdamaran di xwe de di kewice tere û tê tevatî nagre rojek du roj derbas dibe deng ji Memo tune dikeve nava fikarê gelo çi bûyer qewimî, çima Memo nay ji bona em hev bivînin? Axdamaran dikeve nava tevgerê ke çi bûyer bi serê Memo de qewimî û Memo çima bê deng maye.
Welhesil Axdamaran bi bûyera Memo û payirvan dihese ku payêrvan ji Memo re tevna bêbextiyê amade kiriye û Memo di avê de dixeniqe. Axdamaran biryar dide ji bavê xwe re behsa evîndariya xwe û Memo dike û dûra behsa serpêhatiya bûyera bi serê Memo de hatiye ji bavê xwe re eşkere dike. Çendekî bi ser bûyerê de derbas dibe û rojekî biryar dide wext dibe derengî tere xwe davêje avê mêyze dike laşê Memo di binê avêde ye û ew jî li heman derê jiyana xwe ji dest dide dixeniqe. Ax Memo lawo ma kî ji tere gotibû tu evîndarê keça file bibî û tu him kurdî û him jî bisilmanî, te gele zanîba herdû nasname jî ji bo te astengin û sedema bextê tey reşin, tu bûyî sebeba keça bi navê Axdamaran jî.
Serpêhatiyên bextreş tim û daîm bûnin sedema bê mirazî bihev şanebin, û mexabin Memo û Axdamaran bextê herdûyan jî mîna bextê Mem û Zînê, Siyabend û Xecê, û pir bûyerên evîndarî bi mirinê dawî bûnin.
Behçet Ateş
09-08-2024
ÇandName Li pey şopa bav û kalan…