Tirs hêsteke ku ji bingeha nezantiyê te û şaney fikirandinê bi dîtina çevan di aqilde dikeve berheva têgehan û di dilê mirovan de dibe helwesta xeraviyan.
Di çanda miletê kurd de xalekî pir girîng heye ku bûye sedema gelek bûyerên xerab û tesîrê li bandora bûyeran kiriye.
Xala ku têkiliya malbatî û taybetî têkiliya zilam û pîrekê ango têkiliya jin û mêr de, pirsgirêkên pir girîng henin ku dawî an mînake ji bo xweşiya dilşadî û şanazî bijîn, an jî pir bi xeterin nakokiyên bê çareserînin.
Wekî pirs çima di malbatande di têkiliyên pîrek û zilaman de hêstên daxwaziya ji xwe bitirsînin û an jî jê bitirsin bûye nexweşiyek bê derman.
Wekî mînak dixwazin ku bi awayên gora xwastekên xwe di têkiliyan de bin û an jî bi gora rastiya hevpar tevbigerin,?
Mixabin ji bela pirsgirêka aborî zilaman tim xwastine bila hemî qontrol di binê destên wande bin.
Bi helwesta taybetmendî bûya daxwaziya zilaman di nava malbat û civakê de ji bona wan cîhek kesane tim bi parbin, heta di hilbijartinek azad de jî di hêla hevala wî de were pejirandin.
Baş e, ma gelo zilam kînga difikirin ku jiyan ji bo jin û mêr hevparin û jiyanê de bi dad tevgerandin bingeha wî hezkirine û dibe rêzikê jiyan di hêlîna berhevkirina evînê.
Bi gelenperî mirov hinekî bikevin nava jiyana derbasî de têdigêhêjin endcama ku çima jinan dev ji xwe berdanin û ji bela tirsê û neçartî serî danine.
Hevjîna ku ji xwe dûr ketibe û hêza biryargirtinê û bextewariyê winda kiribe,
ma ewê çawa dikare xwe û mêrê xwe kêfxweş bike.
Pir hewcetî li ser vî pirsê fikirandin û lêpirsîna aqil heye.?
Mirov gele bifikire û bi xwe jî bersiv bide ka ewê hevala wî ( ango jina wî ) çawa dikare ji wî hez bike û bêyî ku rûmeta xwe di kîjan astê û pîvanê deye di piratîkê de hîsê xwe bike hêstên hezkirinê û rehet tegere.
Ji ber ku tevahî hêstên hezkirin ê bingeha wî bi girêdey jiyana xwezayî ye.
Dema têkiliyên mirovan bi gora hêstên hevpar û xweza nebin di piratîka real de pergala hêstên evîna dilsozî nayêt afirandin û têkilî bi awayek pîskolojîk dimîne li ser bingeha qontrol û tirsê, hînga tevgerên dilsoz ji holê radibin.
Lewra ji ber vê yekê hûn ê çawa hurmetê bidin hevjîna xwe, ango hêst û helwestên hezkirinê bi zilam û perekê re dimîne ser xeta nezanî û ji hev veqetan dinê re rûbirû dimînin.
Dibe helwesta ku egoya pîrekê û zilam tim xwe qontrol bikin û bi helwesta tevgeran de bilivin.
Lewra bendê baweriya bi hev wekî hevî ji holê û di têkiliyan de diqetin.
Naxwe hînga hêstên ewlehî ji holê radibin û bi awayek neyînî tim hev qontrol dikin..
Ma hûn dizanin çima ji pîrekan re dibêjin “jin”
Koka peyva jin ji jînê tê, ango afirandin û jiyanê dide mirovan, maka zarokê di bedena jinê de afirdere û ne tenê bi jiyana xwe re jiyanê dişopîne.
Sedema dilovantiya pîrekê û bi şefqetî tevgerandin ji afirandina di bedena xwe de dergûşê parastin û bi şîrê di pêsîrên xwê hêstên xwezaya afirîner dibe dayîk.
Lewra dayîk bi gelenperî dilnivzin û bi şefqet dilovanin.
Nasnameya bi navê jin û mêr bihevre dibin mirov û dema zarok çêbûn jî dibin malbat.
Mîna cotek pêlavan.
Zilam pêlavekî rastê jî cotek in û pîrek jî pêlavê çepin ji cotekî pêktên û bi hatina bal hev du dil dibin dilekî û hêst ji bo herdûyan dibe hêlîna şanaziya jiyan ê û ji bo hev bi hev re bijîn.
Mirov tenê li cihê ku “wekî hev bi hevre bin bextewar e.
Pîrek jî cîhê ku xwe wekî wî tê pejirandin xwe ewlekarî de hîs dike û hînga dilê wê dibe berheva hezkirinê.
Mirov hînga ji tirsê xwe azad dipejirîne û bi hezkirinê xwe wekî kesa wî tije pêrebin bê tirs dijîn û bi girêday ewlekariyê de hîs dike.
Lazime mirov xwe ji qontrolan û fikirandina hêstên bi fikar, ji tirsa zextê bidin aliyekî û tenê têkiliya xwe li ser evîn, bawerî û pêwendiyê hevpar bispêre jiyanê û şanazî bijîn.
Hîngê peyva îxanetê, gunehkariyê, tirsê ji têkiliyan derdikevin û hev femkirin, jiyan a hevbaş dibe xeta ji hevre bi rêbaza rêzikan û a herî girîng peymana soza mehrê dibe xalên esasê jiyanê.
Lewra di zewaca keçû xortan de mehra wan birîn peymana jiyanê re heta li jiyanê bin erê kirine.
Behçet Ateş : 31-07-2024
ÇandName Li pey şopa bav û kalan…