“Xelata Zindî”, berhema 13emîn a nivîskar Mahîr Bagok e, berhem 13 çîrokan pêk tê. Ev pirtûk, bi zimanekî hestiyar, bale dikişine ser tekoşîn û berxwedana gelê Rojava.
Bagok, di vê pirtûkê de bi piranî li ser rewşa Rojava û şerê li wê herêmê disekine. Her çîrok, wêneyekî cuda yê şer û bandora wê li ser jiyana mirovan pêşkêş dike.
Bi vê berhemê, Bagok careke din xwendevanan ber bi kûrahiya serpêhatiyên mirovî yên di nav agirê şer de dibe;kitekitên jiyana takekesi deriye çîrokên civakê li me vedike.
Mahîr Bagok, di sala 1981ê de li Nisêbîna hatiye dinê. Ji sala 2005an vir ve ji doza siyasî di girtîgehê da dimîne. Nivîs û helbestên wî di kovar û rojnameyên Kurdî da hatine weşandin.
Berhemên Wî:
1= Derîyê Sibehê / Helbest / 2011 / Weşanên Lîs
2= Pênc Kulîlkên Zivistanê / Kurteçîrok / 2012 / Weşanên Lîs
3= Dewsa Ramûsanên Birûskan / Kurteçîrok / 2013 / Weşanên Lîs
4= Sîya Nepenê / Roman / 2015 / Weşanên Na
5= Bêrîrehê / Helbest / 2017 / Weşanên Ava
6=Kefiyên Cihêreng / Roman / 2016 / Weşanên Lîs
7=Nîgarên Hebûna Xewnerojkan/Helbest / Weşanên Ava
8=Dilsîda / Helbest / 2020 / Weşanên Ava
9= Henesa Jiyanê / Roman / 2022 / Weşanên Na
10= Çavqirpandina Bêrîyê / Novela /2023 / Weşanên Na
11= Tûrikê Bûnewer / Roman /2023 / Weşanên Na
12= Mezopotamya / Helbest /2024 / Weşanên Na
13=Xelata Zindî / Çîrok / 2024 / Weşanên Na
ÇandName Li pey şopa bav û kalan…