Ev demek e dirêj e, serê carê psîkologê navdar Abraham Maslow li derîyê mala me dixe.
Maslow bi konsepta xwe ya bi navê ‘pîramîda pêdîvîyan’ meşhûr e û yek ji avakirê psîkolojîya humanist e. Îro, gava em 3797 kilometreyan ji Tekmana me dûr li şîna camêrekî Tekmanî rûniştine û sohbet dikin, dîsa Maslow di paşxaneya mêjîyê min da tê mêvanîyê. Ez xwe lê nakim xwedî û di dêlevê da guh didim camêrê me yê Kanîreşê. Gava ew behsa terazîya jîyanê dike, ez lê vardiqilim ku tenê heyata xwe û ya zarokên xwe li ber çavan digre. Dibêje: “Di heyatê da ez dixwazim bira zarokên min jîyaneke xweş derbas bikin û ez jî ne muhtacî kesekî bim. Ev bes e ji bo min!”
Gava ew bi vî awayî zihnîyeta miletê me li ber çavan radixe, gotina rehmetîyê Qazî Mihemed tê bîra min. Min li kûderê xwendibû, îdî nayê bîra min. Eger yek ji we dizane, bira ji kerema xwe ji min ra jî bibêje. Rehmetî dibêje: “Hin hevalên min hene. Ez canê wan bixwazim, ew didin min. Lê pere bixwazim, nadin.”
Îcar di navbera sohbeta li mala şînê di navbera Maslow û Qazî Mihemed da ez dîsa ferq dikim, ku têkilîya me û pereyan têkilîyeke nexweş e, bi problem e. Di civaka me da di salên berê da pere tenê ji bo malbatê hebû, di van salên dawîyê da ji bo şexs bi xwe jî heye. Lê… Lê tiştekî kêm e. Di plansazîya jîyanê da pereyê ji bo civatê kêm e. Yanê ji bo civata me, miletê me jî pêşde biçe, dive butçeyeke me ji bo vî tiştî jî hebe. Yanê gava em heyatê wek çemberekê bifikirin, di navendê da helbet em bi xwe hene, yanê şexsê me, kesayetîya me heye. Divê em xwe bifikirin. Dû ra malbata me bi zarokên me tê. Îcar helbet divê çember li vir neqede. Divê em butçeyekê ji bo pêşdebirina/pêşdexistina miletê xwe veqetînin. Îcar gava brayê min ê Kanîreşê behsa çembera xwe dike, ez dibêjim hela bisekine. Çember ewqas teng nine! Çemberê fireh bike. Ka ji bo miletê te, te mehane/salane çiqas pere veqetandîye? Helbet di mêjîyê min da Maslow ji min ra hêrs dibe. Lewra fena ku haya min ji pîramîda wî nebe, min daye dû çemberê. Ez ferq dikim ku ez ê têkevim nava geometrîyê û her tişt tevlihev bibe, ez xatir dixwazim û bi bisîkletê berî xwe didim malê. Ez û Tekman, Maslow û Qazî MIhemed bi hev ra…
ÇandName Li pey şopa bav û kalan…