Projeya Çar Kovarên Akademîk Yên Bi Kurdî

Ev demeke drêje ê ku em li ser projeya c̰apkirina c̰ar kovarên periyodîk û akademîk yên bi zmanê Kurdî ra mijul dibûn, ango kovarên bi sernavên:

(1)   Arica-Kurdica (dê bi giranî li ser ziman, çand, dîn û wêjeya Arî û Kurdî bisekine)

(2)   Avestica-Kurdica (dê bi giranî li ser ziman, çand, dîn û wêjeya Avestî û Kurdî bisekine)

(3)   Medica-Kurdica (dê bi giranî li ser ziman, çand, dîn û wêjeya Medî û Kurdî bisekine)

(4)   Wêjebêj & Bêjebêj (dê bi giranî li ser bingehên wêje û dengbêjiya dîrokî ya Arî û Kurdî bisekine)

 

Di îlona vê sala 2024an da em ê weke Wes̰anên NAyê dest bi c̰apkirina kovara yekem ya akademîk û zanyariyî bikin, ango hejmara yekem ya kovara Avestica-Kurdica (bi Latînî yee, weke “Avestika-Kurdika” bixwîne). Dê di s̰es̰ mehan da carekê kovarek were wes̰andin.

Zimanê her çar kovaran dê tenha bi Kurdî be. Divêt zimanê Kurdî yê nivîskî di gotaran da di asteke pirr bilind da hatî bibe bi kar anîn.

Dê ev her c̰ar kovar giraniya xwa bi temamî bidine ser mijarên girîng yên zimanî, çandî, dînî, wêjeyî, felsefeyî yên akademîk û zanyariyî yên li ba Zarathuštra (ango Avesta), Ariyan, Medan, Kurdan û Îndo-Ewrupiyan. Kovar dê ligorî method û krîterên akademîk û zanyariyî yên navneteweyî werin bi rê va birin. Em dil dikin ku bi van kovaran em cara yekem bi zimanê Kurdî lêkolînên zanyariyî yên di asteke akademîk ya cîhanî da biafrînin û pê zimanê Kurdî di nav civata akademîk ya navneteweyî da b’ cî bikin. Jiber ku ziman di ragihandina van mijaran da aleta tekane û yekane ye, dê bi taybet dengnasî (fonolojî), watenasî (semantîk) û bêjenasî (etîmolojî) bi tevî belgeyên nivîskî yên dîrokî yek bi yek werin vegotin (weke nimune: Kurdî gurz, Avestî vazra-, Medî vazra-, Sanskrîtî vajra-, Arî wajra-; lê gurz di mîtholojiya xelkê Arî, Avesta’yê û di c̰anda Medan da ciyekî pirr girîng digire û dîsan bi tevî motîvên xwa yên cihê derbazî nav dîn û c̰andên din jî bûye, bûye c̰oganê sihrê yên sihrbazan û hwd.).

Projeya van c̰ar heb kovaran vê gavê bi deh salî va sînorkirî ye, ango heta payîza sala 2034an e.

Rêvaberiya gis̰tî ya her c̰ar kovaran dê Wes̰anên NAyê bike. Têrêseriya ango edîtoriya kovaran dê îndo-ewrupîst, îndo-îranolog, avestolog û kurdolog Beyhanî S̰ahîn bike.

Kovar ji bo hemî akademîkerên ku lêkolînên zanyariyî dikin û dixwazin di kovareke akademîk da bidine belav kirin, dikarin gotarên xwe bi emailê bis̰înin navenda her c̰ar kovaran (zarathushtrah@gmail.com). Gotar ango lêkolînên ku xwedî krîterên gotî yên akademîk, zanyariyî û zimanî ne dê di nav kovaran da werin bi cî kirin. Gotar û lêkolînên ku xwedî metod û krîterên akademîk nîn inn û her weha bi Kurdiyeke têkuz nehatine amade kirin, dê di kovaran da neyên bi cî kirin.

Divêt gotar kêmtirîn heta mehek berî c̰apê bigêhijin navenda kovaran, ango jibo hejmara yekem derengtirîn heta 1ê tebaxa 2024an, berî ku kovar di meha îlonê da bikeve c̰apê. Kovara duyem dê di 1ê adara sala 2025an da bikeve c̰apê.

Rêvaberiya Kovarê:   Wes̰anên NA (têl.: +90 507 319 72 85, nayayinlari@gmail.com)

Têrêser/edîtor:   Beyhanî S̰ahîn

Têkilî:   zarathushtrah@gmail.com

 

About ziman

Edîtorê malperê - 2 (Nivîs sererastkirin û weşandinê dike)

Check Also

Helbest | Rewşa Zana û Nezan

Bîr, bi zanistîyê ronî ye L’ba hişronî şev wek rojê ye   Heger hişê te …

Bersivekê Binivîsêne

Epeyama we nayê weşandin. Required fields are marked *