Zeytûn di Qur’an a pîroz de, di şeş sure û heft ayetan de derbas dibe. Lê belê pir tiştakî balkêşe ku pir însan ji bo van ayetan rojê heft zeytûnan û hêcîrekê dixwe. Lê belê hecîr jî di Qur’an a pîroz de careke tenê derbas dibe.
Di hemu kitêbên pîroz de, qala pîrozbûyîna zeytûnê tête kirin. Ji gor hinek rîwayetan tê gotin ku di tofana Nuh (a.s) da mizgînîya reşahîyê çîqê dara zeytûnê anîye. Dara hêrî omurdirêj dara zeytûnê ye. Tê gotin ku temena xwe digihêje 2000 salî. Heta min bixwe li pisporê lêkolînere dara zeytûnê gohdarî kir, go: “Li welatê turkîye yê temen 2000 sal hene û li Îspanya hetanî 5000 hezar salî omurdirêj darê zeytûnê hene.”
Bavê Jîndar li gor lêkolînên xwe yê tendurustîyê bal dikişîne ser başîya zeytûnê. Rapora komisyona Awrupa dibêje; Belgên zeytûnê jibo xistina tansiyona bilind û zêdekirna îdrarê tête xebitandin.
Zeytûn ji bo tendurîstîya însanan pir xwarinek bi fêdeye, berjewendîya xwe pirre. Li gor hinek lêkolînvanan dibên; “Hestîyê însanan li hember şikestinê bi qewet dike. Cilde însan xweş dike.”
Ji bo ku wîtamîna Eyê baxişiqlixa însanan xurt dike. Ji bo beden û zîhnê însan xwarina zeytûnê pir başe. Hêla E wîtamînîye ku antîoksîdan e va, zengine. Di qehwaltîya de xwarin û runê zeytûnê xwarin pir bi fêdeye. Çaxa însan runê zeytûnê di laşe xwe bide, wucudê însan nerm dike bedena însan sax dike. Zeytûn ji bo qelbê însan jî pir bi fêydeye. Ji bo ku antîoqsîdan e, rê li nexweşya pençeşêrê digre, sihatê dide ruvîyê însanan, me’deya wî sax dike. Qolestrolê ne rind (LDL) dadixîne.
Ji bo ku A wîtamînî teda heye ew jî, ji bo sihheta çavan pir baş e. Tamarê vucut nerm dike, nahêle tamar werin xetimandin. dengê meriv dike zengil
Zeytûn, him fêkiye û him jî qut û xureke(gidaye.)
İbnî Abbas dibêje pêxember gotîye: ”Xwarina zeytûna berdewam bikin, runê wê vexwun û di laşê xwe bidin, muhaqeq ew dareka mubareke.” Runê zeytûnê heftê derdî ra dewa ye. ji bo siheta xwe û jîyaneke dirêj.”
Her tim runê zeytûnê bixwin û bê runê zeytûn a, runê dina pir nexun
Adem MURTEZA 27.12.2023
ÇandName Li pey şopa bav û kalan…