Tacîcîdara tacîdara
Her roj li min hawar a
Deriyê dergeha te me
Mazûvanê çar sûwara
Mazûvanî xweş li min tê
Her mêvanî geş li te tê
Deriyê dergehê şid e
Tacîdara reş li te tê
Tacîdara reş li xwe mek
Tarîtîya reşk li me nek
Derîyê dilî nede ber
Tu ji min re bibe findek
Findek bide ji wan kenan
Şewqek bîne j’warê ken’an
Tacîdara bi roj û şeb
Ji te’r bikim dua lavan
Dilbirîn Dilo