Pirtûkeke Nû Ya PDFyî; Antropolojîya Kurd, Kurdî û Kurdistanê

Derheqê pirtûkê de;

Ev berhem encama deh salên xwendin û lêkolînan e ku me di qalibê mirovnasiyê (antropoljiyê) de ro kiriye; bêguman berî me jî hinek hewldanên antropolojiyê yên destpêkî hatine amadekirin. Hêjayî diyarkirinê ye ku “Adat û Rusûmatnameyê Tewayifê Ekradiye” (Mela Mehmûdê Bazîdî, 1859) ji bo mirovnasiya kurdî çavkaniyeke girîng e; lê dîroka nivîsandina wê vedigere berî 150 salî û hem di heyama xwe de hem jî piştî nivîsandinê li ser bingehên zanistî yên pîvandî nehatiye rûniştandin. Lewre pêwistî bi lêkolîn û lêgerînên nûjen heye ku mirovnasiya kurdan li ber ronahiya zanistên hevçerx ji nû ve bê şirovekirin; lê belê berî şirovekirineke pirşaxî ya baş divê awireke giştî li bingehê zimanî-çandî yê mijara navbihurtî bê gerandin. Îcar ev xebata destpêkî -bi vê mebestê- ji pênesayên zanistî dest pê dike, hebana zimanê kurdî hildiqevşîne ku peyvnasiya mijarê têkûz bike û piştre hewl dide ku “samana zimanî-çandî ya mirovnasiya kurdî” derxe ber ronahiyê.
Me di beşa pêşîn a vê xebatê de bi awayekî giştî mirovnasî pênase kiriye ku bê ka ev şaxa zanistê bê kêrî çi tê; di beşa duyem de me kurd di çarçoveya pênasekirinên bihurtî de dana nasandin. Di beşa sêyem de me awireke kurt berdaye ser antropolojiya Kurdistanê û çend mijarên dîrok û nasnameya kurdistanî ronî kirine; di beşa dawîn de jî me li gorî antoplojiya meydanî hinek mijarên zimannasiya kurdî pêşkêş kirine. Divê bê gotin ku ev beşa paşîn ji hinek xebatên meydanî yên weşandî pêk tê û çendek ji wan nivîsên me yên hevpar in ku keda Evdilah Haciyan, Hisên Belede û M. Baqir Aşinayî jî tê de heye.

Omitê Mistefê
Bazîd, 2023

Wêneyê bitikînin û pirtûkê xanînin têlefon û kompîtora xwe;

About Çand Name

Edîtorê malperê - 1 (Nivîsa bar dike, sererast dike û diweşîne)

Check Also

Helbest | Rewşa Zana û Nezan

Bîr, bi zanistîyê ronî ye L’ba hişronî şev wek rojê ye   Heger hişê te …

Bersivekê Binivîsêne

Epeyama we nayê weşandin. Required fields are marked *