Roja ki zarok ber ve mirinê reviyan!

 

Lo, dîroknaso! Binivîsîne du rêzan
Bo zarokên ku, bi bêhna sêvê xapiyan
Roja ku zarok ber ve mirinê reviyan
Bo roja ku meriv fetisîn bi xerdalan
Lo dîroknaso! Binivîsîne du rêzan
Bona roja ku çermên laşan diheliyan
Roja ku dişimitî goşt ji ser hestiyan
Roja ku peritî kezebên dê û bavan
Lo dîroknaso! Binivîsîne du rêzan
Bo zarokê haya wî nebû ji tiştekî
Ji bîr neke binvîse rewşa wî zarokî
Ku dimêt bistanê dayika xwe, ya mirî
Lo dîroknaso! Binivîsîne du rêzan
Bona şewata Helebçê, ya bi jehran
Roja ku mirov li ber vê zulmê bê deng man
Bila tu car ji bîr nebe, ev zulma han
Emîrşah Qehreman 
Nisan/2023/Îzmîr  

About Çand Name

Edîtorê malperê - 1 (Nivîsa bar dike, sererast dike û diweşîne)

Check Also

Edebiyata Goranî Ya Klasîk

Edebiyata Kurdiya Goranî ya nivîskî ya klasîk li herêma Hewramanê û bi taybetî jî li …

Bersivekê Binivîsêne

Epeyama we nayê weşandin. Required fields are marked *