Pirtûka Alain-G. Ganon ‘Neteweyên Kêmîne” DERKET

Pirtûka Alain-G. Ganon ya bi navê “Neteweyên Kêmîne Di Serdema Nedîyarîya de Li Ser Federalî û Cihêrengîya Neteweyî” bi wergera Ergin Öpengin Ji Weşanên Lîsê Derket


Armanca serekî ya vê xebata girîng û biwext ew e rêç û rêkarên nû pêşkêş bike wisa ku neteweyên kêmîne bikarin pê bixebitin ji bo azadkirin û bidestxistina selahîyetan di nav federasyonên ku ew tê de ligel neteweyên din dijîn û bi wan re di nav şirîkatîyên cuda de ne. Gagnon van federasyonan wekî “federasyonên pirneteweyî” bi nav dike û hewl dide vê têgehê wekî cureyeke cuda û taybet ya federasyonê binecih bike. Pêşnîyara wî ew e ku cemawerê neteweyên kêmîne divê fikra du rêçên nû yên hev-temamker bikin ber bi federalîya pirneteweyî ve. Rêça ewil, divê ew ji bo rizgarî û azadbûna neteweyî bixebitin –bi şiklê bikaranîna mafê çarenûsî di nav federasyonê de– bi rengê veguhertina federasyonê li ser bingehê muzakereyan wisa ku federasyon rê bide rizgarîya neteweyî û rêxweşker be ji bo binecihbûna wê. Rêça duyê, divê ew di nava neteweya kêmîne de ji bo desthiltdarkirina neteweya xwe bixebitin bi rêya bikaranîna hêz û selahîyetên xwe yên çarenûsî û bi awayên nû yên beşdarîya sivîl û çandî di jîyana cemawerî ya neteweya xwe de.
James Tully (Profesorê Zanistên Siyasî)

LÎS/ ZANÎSTÊN SÎYASÎ
Alain-G. Ganon
Neteweyên Kêmîne Di Serdema Nedîyarîya de Li Ser Federalî û Cihêrengîya Neteweyî”
Amed, Berfanbar 2015
204 Rûpel
Weşanên Lîs
E :wesanenlis@yahoo.com
T: 0412 2290009

About Rêvebir

Check Also

Navdarên Cîhanê: ÎBN RUŞD (1126 – 1198)

Hekîm û felsefevanê Ereb ê Endulusî û ‘alimek felsefe, fiqih, matematîk û tipê ye. Li …

Bersivekê Binivîsêne

Epeyama we nayê weşandin. Required fields are marked *