Helbesta Zarokan

Di roja (01.06.2023), Roja Cîhanî ya Zarokan de, wiha jî 18 saliya terorkirina Şêx Maşoqê Xiznewî ye, ez vê helbesta Zarokan diyarî canê wî dikim:

 

Şêxê me şaşik şîn bû

Ne sofî û ne dîn bû.

 

Kurdperwer û zana bû

Doza wî xweş xuya bû.

 

Armanca wî wekhevî

Ji xelkên Sûrî re tevî.

 

Ku zilm û zor nemîne

Welat aram bimîne.

 

Mindal têde serfiraz

Bifirin wek teyrên Baz.

 

Lê mixabin sed carî

Kuştin xwediyê vî barî.

 

Cangoriyê vê sozê

Şêx Maşoqê vê dozê.

 

Lava dikim ji Yezdan

Gorbihişt be li asman.

 

Konê Reş

 

About Konê Reş

Check Also

Ne Hewla Mîr Meyla Mîr

Mîr, bi ehlê diwana xwe ve derketibî, li nava bajêr digeriya. Venêrîna sûk û bazar …

Bersivekê Binivîsêne

Epeyama we nayê weşandin. Required fields are marked *