Şaredariya Stenbolê kursa fêrbûna Zazakî vekir

Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê ji bo kesên ku dixwazin zaravayê Zazakî yê zimanê Kurdî fêr bibin, kursa bêpere vekir.

Kursa ku cara yekem di Enstîtuya Şaredariya Stenbolê ÎSMEKê de tê vekirin, asta destpêkê ya zaravayê Zazakî pêşkêş dike û piştî perwerdehiya 96 saetan, bawername dide beşdarên kursê.

Di armanca kursê de hatiye diyarkirin: “Armanca bernameya Asta Destpêkê ya Zazakî, ji bo kesên ku asta bingehîn a Zazakî nizanin, fêrbûna xwendin, nivîsandin û şiyana axaftin û danîna têkiliyê ye.”

Kesên ku dixwazin fêrî zaravayê Zazakî bibin, dikarin bi rêya enstitu.ibb.istanbul navê xwe tomar bikin.

K24

About ziman

Edîtorê malperê - 2 (Nivîs sererastkirin û weşandinê dike)

Check Also

Kovareke Nû ya Wêjeyî: “Vîn” Dest bi Weşanê Dike

Di qada weşangeriya kurdî de kovarên dîjîtal bi bîhneke nû geş dibin. Kovara bi navê …

Bersivekê Binivîsêne

Epeyama we nayê weşandin. Required fields are marked *