Pirtûka “Henek Menek” Weşiya

Pirtûka sêyemîn a nivîskar, akademisyen û mamoste Zîwer Îlhan bi navê “Henek Menek” ji alîyê 40 Kitap Yayınevi ve hate weşandin.
Berhem, bi şêweya dram û komedi hatîye nivîsandin û ji şano û kurteşanoyan pêk tê.

Şanoyên di berhemê de:

  • Pênç Dahn Mahne,
  • Xistexane,
  • Mîrqendo,
  • Zirfeqe,
  • Têkoşîna Komelê.

Kurteşanoyên di berhemê de:

  • Azmûn,
  • Xwazginî,
  • Dikana Peyasê,
  • Qandîla Bizikreşî,
  • Şaşomaşo,
  • Destê Xwe Nede Qur’anê,
  • Tu Çi Yî?,
  • Şerê Kemençê.

Di van lîstikên şanoyê de nivîskar; bêtir bawerîyên çewt yê dînî, gelemora nasnameyê û kesên durû derdixe pêş. Nivîskar reheke xwe berdaye dîrokê, mijar û bergehên modern bi dest xistiye û wan tîne ber motîfên niştecih ku nakokî derkevin holê. Bi vî awayî nivîska xwestiye ku bikenîne û perwerde bike.

Nivîsa li ser berg
Henekên rexneyî, hilbijartineke hebûnî ye. Peyv û hevokên edebî bi xêra honaka şanoyê dest bi guhertina hiş, hest û derdorê dikin. Temaşevanên şanoyê perçek ji civakê ne û ku berhema edebî bandorê li wan dike êdî guhertin ji wê şanogehê dest pê dike.
Kurd rexnok, ji dil û henekvan in. Helbet wê şanoya Kurdî jî wilo be.

Kunyeya pirtûkê:

  • Navê Pirtûkê: Henek Menek – Şano
  • Navê Nivîskar: Ziver İlhan
  • Navê Weşanxaneyê: 40 Kitap
  • Çapa 1.: 2022
  • Kaxiz: 60 gr. Enso Creamy

About Ridwan Xelîl

Check Also

Kovareke Nû ya Wêjeyî: “Vîn” Dest bi Weşanê Dike

Di qada weşangeriya kurdî de kovarên dîjîtal bi bîhneke nû geş dibin. Kovara bi navê …

Bersivekê Binivîsêne

Epeyama we nayê weşandin. Required fields are marked *