Çandname eKovar 6

Xwendevanên hêja û birûmet;

Bi derengî be jî ji hejmareke nû merheba, Kovara Çandnameyê bi jimara xwe ya şeşem dibêjê merheba, ev merheba li kovargeriya kurdî pîroz be. Dîsa kovara me bi mijarên curbicur û rengînbûna xwe bûye keşkuleke kelepora modern û ya klasîk. Em ji hemû nivîskarên xwe re sipasîyên xwe dişînin. Di nav bazarek ewqas kesat de bi dildarî piştgiriyê didin kovara me û em sipasîyên xwe ji hemû şopînerên xwe re dişînin ku di vê bazarê de berhemên me biqîmet dikin.

Bi hinceta weşîna jimara şeşan ya Çandnameyê, em sersala nû ya sala 2023yan li tev gelên cîhanê pîroz dikin û hêvîya me ew e ku ev sal ji salên dî bixêr û berekettir be. Sala 2023yan ji bo çanda Kurdî bibe saleke biberhem û serkeftî. Ev sala nû bibe destpêkek ji bo her Kurdekî ku li zimanê xwe xwedî derkevê û zimanê xwe pêşde bibe.

Di vê jimarê da hevalên ku bi nivîs, lêkolîn û helbestên xwe piştgirî dan me:

  • Reşad Rêşannur bi lêkolîna “Hawara Di Secdê De: Helepçe”,
  • Omer Bextiyar bi nivîsa “Dengbêjekî Bêmiraz: Seyadê Şamê û Zilfa Wî”,
  • Adnan Demir bi bîranînên “Xebata Gundiyan Ziman û Çand”,
  • Nûman Welat bi çîroka “Dîkê Jirêderketî”,
  • Mela Mihyedîn bi lêkolîna “Di Mîtolojiyê de Zilam”,
  • Ersin Tek bi nivîsa “Di Derbareyê Mirinê de”,
  • Ramazan Yaman bi xebata “Em Bêrîya Zimanê Xwe Dikin”,
  • Paşa Amedî bi çîroka “Bexçeyê Pisikan”
  • Dilazad ART bi analîza xwe ya li ser sînemaya Kurdî “Ji Hêla Naverok û Têgehên Sereke ve Analîzkirina Filmê Sifir Kîlometre” di kovarê de cîh digrin.
  • Mesut Ege bi wergera ji Mustafa İslamoğlu “Ezbenî”,
  • Faik Öcal bi helbesta “Teşîrêsa Bêqeder”,
  • Dilazad ART bi helbesta “Çîrokek Nejibîrbûyî: Dayê”
  • Ömer Yıldırım jî bi wergera helbesta “Mona Roza” ya Sezaî Karakoç hejmara me ya şeşemîn xemilandine.

Em spasîyan li nivîskarên xwe dikin ji bo ku keda xwe bi me û xwendevanên me re parvekirine.

Bi hêvîya gelek jimarên din niha bi xatirê we. Sersala we û sala we ya 2023an pîroz be.

Edîtoryaya Çandnameyê

About Rêvebir

Check Also

Helbest | Rewşa Zana û Nezan

Bîr, bi zanistîyê ronî ye L’ba hişronî şev wek rojê ye   Heger hişê te …

Bersivekê Binivîsêne

Epeyama we nayê weşandin. Required fields are marked *