Gundê Min Doda

Nizanim çilo vê nîvrojê

Huşê min firiya çû Doda?

Gundê ji hezarê salan ve,

Bi xanîk û manîk ava..

Dîdevanê bûna min û

Jiyana sereta..

Gundê bi dewar, sewal û

Keriyê pez..

Bi car, newal û

Dar û rez..

Gundê ku li ser

Du şivên hesin

Maye raketî;

Ji jor ve bi nav bûye

Serxet û

Ji jêr ve bi nav bûye

Binxet

*   *   *

Doda;

Bêndera kul, êş û janên min..

Stirana: (Bavê Syero û Derwêşê Evdî) û

Evîna min..

Hêlîna pîr û kal, jin û mêr,

Keç û xort û

Tev Gundîyên min.

*   *   *

Doda;

Ji pêncî salî ve, xwe

Di nava min de dipêçe;

Ji danheva pûş, qîvar û şoqilan

Ji ser (Girê Qereçe),

Ta bi henek û laqirdîyên

(Seyid Xelîl û Şêr Elî)

Ku tew, ji hiş naçe..

*   *   *

Doda;

Tirabêlik û xwêdana ku ez

Pê hatime şûştin,

Bêhinvedana şivanan

Li (Guhera Ademo) û

Pez rawestandin,

Leza bêrîvanan ta bi

(Guhjîka Ehmê) û

Pez dotin,

Xwêdana xebatkarên

(Besta Zixur û Duavê) û

Qûm firotin,

Civaka her êvar

Li ser banê gir û

Şor û gotin,

Çîrokên jin û jinbiyan

Li ser tenûrê û

Qal û qult û şerkirin,

Serpêhatiyên apê min (Birko) û

Şev buhirandin..

*   *   *

Ji Doda re,

Ji girê Doda re,

Ji sax û mirîyên Doda re,

Û ji (Kevrê Birûskê) re;

Destan li ser hev datînim,

Temene û xûz dibim û

Xweşî, geşî û pêşketinê

Ji tev gundiyan re dixwazim.

Wêne: Ez li ber dibistana gundê Doda ye ku min xwendina destpêkê lê xwendiye.

Doda: Gundê ku Xwedê ez lê dame. Li ser herdû şivên hesin, di navbera Amûdê û Mêrdînê ji rojava ve û Qamişlo û Nisêbînê ji rojhilat ve, dikeve.

Girê Qereçe: Girekî kevnare li bakurî gund dikeve .

Seyd Xelîl û Şêr Elî: Dû gundiyên henekçî û feqîr bûn,çi bigotina kesî îşê xwe ji wan ne tanî.

Guhera Ademo: Cihê mexel û dotina keriyê pezê gund e..

Guhîjka Ehmê: Ew jî cihê ku bêrîvanyan pezê xwe didotin.

Besta Zixur û Duavê: Du cihên ku gundiyan liwan kar dikir.

Birko: Hecî Îbrahîm an Sofî Birko; pismamê bavê min bû. Her êvar di odeya me de çîrok û serpêhatî ji me re digotin.

Kevirê Birûskê: Kevirekî gulover e.. Li ser bênderên gund ji bakur ve dikeve. Çi kesê/a ku birûsk dikeve pişta wî/wê de, pêwîste di roja çarşemê de, çengek xwê, nanekî û pîvazekê bi xwe re dibe, deyne ser wî kevirî û pêlekê pişta xwe dide kevirê gulover, dibêjin birûsk ji pişta wan derdikeve.

Konê Reş

About Konê Reş

Check Also

Şagirtê Tewanbar

Nerîna we ne girîng e ya min girîng e. Ya rast ez baş im, neheqî …

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *