Deryayên kûr

Rabû û çû

Ji ber ku neaxivî

Û birastî nediaxivî

çimkê nedixwest ku here.

 

Rabû û çû

Ji ber ku pir diaxivî

Û birastî pir diaxivî

Çimkê nedizanî çi bibêje

Da ku bimîne û neçe.

 

Rabû û çû

Ji ber ku carnan diaxivî û carnan bêdeng dima

diaxivî ji bo ku wê mijûl bike daku neçe

Û bêdeng dima ji bo ku ew bipeyve daku neçe.

 

Rabû û çû

çimkê dît ku ew asûde ye

Texmîn kir ku belkî pêdviya wî bi hebûna wê tune be

Ew jî birastî asûde bû

Ji ber hatina wê

Û ji ber ku tu car nedixwest ku biçe.

ـــــــــــــــــــــــــــــــــــ

Helbest ya Helbestvanê Libnanî Unsî Elhac e

Wergerandin ji zimanê erebî Majêd a Mihemed

 

About ziman

Edîtorê malperê - 2 (Nivîs sererastkirin û weşandinê dike)

Check Also

Ey Hevalo De Were

Ey Hevalo De Were Îşev dilê min li ba işqê  mest û serxweş e Roj, …

Bersivekê Binivîsêne

Epeyama we nayê weşandin. Required fields are marked *