Li Qamişlo pêşangeha pirtûkan destpê kir

Li bajarê Qamişlo yê Rojavayê Kurdistanê 6emîn Pêşangeha Pirtûkan a Şehîd Herekol, bi diruşmeya “Pirtûk samanê cîhanê ye” li Hola Zana dest pê kir.

Pêşangeha Pirtûkan ya Şehîd Herekol li Qamişlo îro 22yê Cotmeha 2022yan bi beşdariya 51 weşanxane, 130 hezar pirtûkan destpê kir.

Di pêşangehê de îsal çalakiyên cuda têne encamdan weke pêşbirkên kultûrî û wêjeyî, mûzîk, îmzekirina pirtûkan û semînar têne encamdan.

Pêşangeh heta roja 29 vê mehê berdewam dike. Pirtûk bi zimanên Kurdî, Kurmancî û Soranî, Erebî, Siryanî û Ingilîzî ne.

Desteya Çandê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji bo bîranîna Hesen Şawîş (Herekol) ê ku 20ê Tîrmeha 2016ʹan canê xwe ji dest bû, salane vê vedike û desteyê pêşangeha îsla diyarî ruhê helbestvanê Kurd Cegerxwîn kir.

About ziman

Edîtorê malperê - 2 (Nivîs sererastkirin û weşandinê dike)

Check Also

Kovareke Nû ya Wêjeyî: “Vîn” Dest bi Weşanê Dike

Di qada weşangeriya kurdî de kovarên dîjîtal bi bîhneke nû geş dibin. Kovara bi navê …

Bersivekê Binivîsêne

Epeyama we nayê weşandin. Required fields are marked *