Li Bajêr Derfeta Nanê Tenûrê

Welatiyên ku nikarin nanê tenûrê çêkin berê xwe didin vê firinê.

Li herêmê piraniya welatiyan nanê xwe di tenûran de çêdikin û nanê tenûrê dixwin.

Lê li navçe û bajêran çêkirina nên her ku diçe dijwartir dibe. Li Agiriyê welatiyekî ji bo kesên ku nikarin nanê tenûrê çekin firinek vekir.

Di vê firinê de bi tenê nanê tenûrê tê çêkirin. Dema dilê welatiyan biçe nanê tenûrê êdî berê xwe didin vê firinê.

Welatî ji bo ku bi hêsanî digihêjin nanê tenûrê kêfxweş in. Xebatkarên firinê jî ji karê xwe kêfxweş in.

Xwediyê firinê jî dibêje ji ber ku nexweşên şekirê nikarin nanê firinê bixwin bi taybetî ew nanê tenûrê dikirin.

Çavkanî: trtnuce

About Rêvebir

Check Also

Ji bo Pantolonê Kot Kevin Nebin Divê Em Çawa Bişon?

Germahiya şuştinê: Herî baş ava sar an 30°C ye (20-30°C). 40°C car caran tê qebûlkirin …

Bersivekê Binivîsêne

Epeyama we nayê weşandin. Required fields are marked *