Kartolên mor berxwedana bedenê xwurt dikin

Li bajarê Sêwasê li navça Hafikê li gundê Goydinê kartolên mor tên çandin û niha cotyar dest bi derxistina kartolan ya ji bin erdê kirine. Kartol li ser navê gund hatine qeydkirin an ku tescîlkrin.

Li gor ragihandina parêzgehê, gundiyên Goydina navça Hefikê bi sedema destpêka civandina kartolan bernameyekî amade kirine û parêzger Salih Aydın tevlî bernamê bûye. Kartolên mor ji aliyê karbonhidrat, vîtamîna C yê, folîk asîtê û hesin de dewlemende. Temamê tovên kartolên mor ji Sêwasê tê bidestxistin. Li ser mijarê parêzger Aydın weha got:

“Em li ser 30 dekar araziyî, 70 ton zêdetir tovê kartolên mor didin xelkê. Ez şîrketa me pîroz dikim. Kartolên mor 3 sale li Sêwasê tê çandin. Qiymeta wê gelek zêdeye. Em dixwazin cûreyên çandiniyê zêdetir bikin. Em ê rêya hilberîna bi peyman vekin. Yanî bi garantiya firotinê hilberînin.”

Peyama Kurd

Etîket: kartol, mor, Polylang KMR

Gotara berê:

Gotara piştî:

Gotarên Têkildar

Li hember serma standinê divê em kijan tedbîran bistînin?

Rêza Fêkîyên Bi Herî Sûd

Fêdeyên Qalikên Gûzan

Xewa Îdeal Çend Saet in?

Sedem û Encamê Trawmayan

ziman

Edîtorê malperê – 2 (Nivîs sererastkirin û weşandinê dike)

Hemû nivîskar →

Şîroveyekê bihêle