Vexwandinname: Mêvanê Malê Kurd’Înalco

Komeleya Kurd’Înalcoyê dixwazê ku hezkiriyên kurdî van rojên xwe yên di malê de bi wan re derbas bikin.

Kurd’Înalcoyê bernameya xwe ya meha mijdarê bi navê “Mêvanê Malê Kurd’Înalco” parve kir.

Di çerçoveya bernameya meha mijdarê de Komeleya Kurd’Înalcoyê bi dersên ziman, fîlolojî û erdnîgarîya kurdistanê wê bibê mêvanê şopînerên xwe.

Ders wê ji alîyê xwebexşên komeleyê ve bên dayîn.
Tevlêbûna dersan li ser ZOOMê wê çêbibe û tevlîbûn bo herkesî serbest e.
Hin ders wê bi fransî bên dayîn.

Bernameya dersan ji 4ê mijdarê heta 4ê kanûnê wê dewam bike. Ders ji duşemê heta şemîye, di heftê de 6 rojan wê bên dayîn.Ders ji 7 û nîvê êvarê heta 8 û 45ê êvarê wê dewam bikin.

Rêveberîya Kurd’Înalcoyê dibêjê ji bo hemû agahî û pirsên we, li benda peyamên we ne.

URLya dersan: https://zoom.us/j/8052610939

About Rêvebir

Check Also

Kovareke Nû ya Wêjeyî: “Vîn” Dest bi Weşanê Dike

Di qada weşangeriya kurdî de kovarên dîjîtal bi bîhneke nû geş dibin. Kovara bi navê …

Bersivekê Binivîsêne

Epeyama we nayê weşandin. Required fields are marked *