Bingehên Dînê Îslamê

Bingehên Dînê îslamê, ew hîm in ku dînê îslamê li ser wan tê avakirin. Eger ew bikar neyên avakirina îslamê ne mimkun e. Ew jî ev in.

  • Kelîma şehadetê ye.
  • Di şev û rojê de kirina pênc nimêjên farz e.
  • Dana zekatê ye.
  • Girtina rojiya mehe remezanê ye.
  • Çûna Heccê ye eger ku qeweta wî li ser çûna heccê hebe.
  • Kelima şehadetê: Ew baweriyeke binbir e ku ziman herwekî li ser şahid be dibêje: “Eşhedu el-laîlahe îUallah we eşhedu enne Muhemmede’r-resûlullah”e.

Wateya wê: Ez şehdeyiyê didim ku ji Xwedê pê ve tu mabûdê heq tun in û ez şehdeyiyê didim ku Muhemmed bendeyê Xwedê û qasidê Wî ye.

  • Kirina nimêjê: Ew ibadetekî kiryarî ye ku bi rengekî rast û durist, bi awayekî pêdivî û tekûz, di dema wê ya kifşkiri de ji bona Xwedê tê kirin.

Hin ji fêdeyên nimêjê: Dil ji rastî û heqiyê re vedibe, çav pê ronî dibin û meriv ji kirêtî û nebaşiyan dûr dibe.

  • Dana zekatê ye: Ew ibadekî malî ye. Ji malê dewlemendan miqdarekî kifşkirî ye ku li ser hewcedaran tê xerckirin.

Hin ji fêdeyên dana zekatê: Paqijkirina nefs û kesayetê ji axlaqên rezîl e, mîna temahkarî û çikûsiyê û pekanîna hewcehîya musilman û îslamê ye.

  • Girtina rojiya meha Remezanê: Ew ibadetekî bedenî ye. Rojîgir, ji çiqas tiştên ku rojîyê dişkînin xwe jê dûr digre.

Feyda girtina rojiyê: Ji bo rizaya Xwedê bi birçîbûn û tîbûn û xwe dûrkirina ji çiqas pêxweşiyan terbiyekirina nefsê ye.

5-Heçî ku çûna Heccê ye: Ew ibadetekî malî û bedenî ye. Meriv bi malê xwe û bi bedena xwe, ji bo rizaya Xwedayê xwe qesda mala Xwedê (mala pîroz) dike da ku ferziyeta Heccê bikar bîne.

Hüseyin Gündüz-Bingehên Bawerîya Îslamê

About ziman

Edîtorê malperê - 2 (Nivîs sererastkirin û weşandinê dike)

Check Also

Xutbe | Înî û Bireweriya Ummetê

Dîrok:03.04.2026 Gelî Musulmana! İro roja İniyê ye…çawa ku Cenabê Pêxember difermê: “Roja tewrî bi xêr …

Bersivekê Binivîsêne

Epeyama we nayê weşandin. Required fields are marked *