Şerê Birakujî bû roman: Dêw Behmen

Çîrok û romannivîs, romana xwe ya herî nû bi navê “Dêw Behmen” çap û belav kir ku balê dikşîne ser rojên şerê navxweyî yê Kurdistanê.

Derbarê romana xwe ya nû de Mihemed Kerîm ji Rûdawê re got: “Roman behsa birînên kûr ên şerê navxwe û nalîn û hewara qurbaniyên wî şerê malwêranker dike. Balê dikşîne ser wan kêliyên nexweş dema ji kesekî re tê gotin çend saetên din tê gulebaran kirin, di demekê de ku ti tawan nekirine. Mirova di kêliyeke wiha nazik û aloz de hest bi çi dike? Gelo teslîmê mirineke bêwext dibî yan berevaniyê dikî û xwe bi tayê hêviyê ve didaleqînî?.”

Mihemed Kerîm wiha axifî: “Roman bi kêliyeke tejî jan dest pê dike. Hino hino buyer mezin dibin, bûyerên din ligel xwe tînin û xwêner dixin waswaseke balkêş ku destê wî/ê li ser dilê wî/ê ye û bi şewq dikeve pey bûyeran û çaverê dike da bizane çi li çarenivîsa Dêw Behmen tê.”

Romana Dêw Behmen çaremîn kitêba Mihemed Kerîm e. Berîna niha hejmarek çîrok bi navê Xewna Spî, Romana Ez Herdem Nîgeranim û Werzê Dirwêney Firîştekan ku çîrok e nivîsandibûn.

Rûdaw

Etîket: Agahî, birakujî, Danasin, Dêw Behmen, Pirtûknasîn, şerê birakujî

Gotara berê:

Gotara piştî:

Gotarên Têkildar

Pirtûka “Rênimaya Zimannasiyê” ya Omitê Mistefê ji Weşanxaneya Hîvdayê Derket

Mehmet Öncü: Pêşî min bi tomarkiriyê ve dest pê kiriye!

Tarîtî û Ronahî

“Kuştina di Ekspresa Rojhilatê” Ji Pall Weşanê Derket

Danasîna Pirtûka Destpêk û Dîroka Sînemaya Kurdî a Dilazad ART

ziman

Edîtorê malperê - 2 (Nivîs sererastkirin û weşandinê dike)

Hemû nivîskar →

Şîroveyekê bihêle