Dibe ku çaya germ mirovî ji nexweşiya ava reş biparêze

Hinek lêkolînerên amerîkî ragihand ku ihtimal kêmtir e ku ava reş bi çavê wan kesên ku çaya germ vedixwin de were anku bi nexweşiya glokomê bikevin.

Amadekarên lêkolînê dibêjin, li gorî kesên qehwe, vexwarinên gazî û çaya cemidî vedixwin, rêjeya nexweşiya ava reş bi qasî 74% kêmtir bûye li cem wan kesên ku her rojê îskaneke çaya germ vedixwin ku madeya kafein tê de heye.

Di vê derbarê de, bijîşkeke bi navê Kolimanê ji zanîngeha Kalîfornyayê ya li Los Angelesê got, “ava reş dibe sedema korbûnê û dê tiştekî baş be ku rêyeke ji bo parastinê hebe ji ber dermanê wê tine.”

Kolimanê ji Reutersê diyar kir ku baştirîn rê ji bo parastinê ew e ku çav werin kontrolkirin.

Bijîşkê di berdewamiya axiftina xwe de got ku ji ber de têkiliyek di navbera qehwe yan kafeînê û xetera ava reş de hatibû dîtin lê dîsa jî lêkolînên nû li ser vê mijarê li hev nekiriye.

Peyama Kurd

Etîket: çay

Gotara berê:

Gotara piştî:

Gotarên Têkildar

Divê bav 10 tiştan fêrî zarokên xwe bikin

Feydeyên lêxistina amûrekê muzîkê

Gelo pêçandina pitikê baş e an ne baş e?

Yên li mala wan ixtiyarên 65 salî û mezintir hebin bila vê nivîsê bixwînin

Meşa sibê an jî ya êvarê çêtir e?

Şîroveyeke binivîse