
Ji gul û sosinan
Tev dengê ava çeman
Ji xweşwexta geşt û sêran
Û ji deşt û zozan
Tarîtav im
Ka şahiya zav û zêçan
Xwandina şalûl û bilbilan
Rastiya rêka gêrikan
Û ji rûkena azadiyê
Ya çerm û rû miz dide
Ji sirra sirûda
Tarîtav im
Bayê sibê
Hêviyên rengîn çikandine
Li sînga roj û tavê
Û li hêsrên şîn û reşan
Av û lehî rakirine
Ji ber kirine armanc
Rojek te bibînin
Şad û serfiraz
Belam tarîtav im
Xeyal li xetereyan
Şadî li şînê
Mirî dizên
Mustafa Rêzan-Çandname
Gotara berê: Mihemed Elî Hiso di helbestên xwe de behsa qedirgiraniya Kurdistanê kiriye
Gotara piştî: Usenê Terqa (Estanîke)
Gotarên Têkildar
Giringiya edebiyatê di struktura netewî de tiştekî zêde zêde mezin e

