Tiştenok / Mamik

  1. “ Şêrîno li darîno. Darîno li gohbelo. Gohbel di rê de

Pî pahno li pey de” çi ye?

Şîrove:

Şêrîno; tireh /tirî

Darîno; selik

Gohbelo; ker

Pî pahno; mirov

  1. “Zîq û zîq. Heşt ling û du pîx” çi ye?

Şîrove:

Zîq û zîq; halet

Heşt ling; hejmara lingê du qantirên ku li pey halet

Du pîx; du pîye mirovên ku halet diajo

  1. “Ez ji bajarekî hatim. Ji min pê ve kes lê ne bû. Çûm bajarekî mezintir. Min du beran xwarin. Hestî di wan de ne bû. Li hespekî siwar bûm. Reh tê de ne bû” Çi ye?

Şîrove:

Ji bajarekî hatim; zikê dayikê

Çûm bajarekî mezintir; dinya

Du beran; her dû singê dayikan

  1. “Ser miqara. Dûv mişare. Li ser tinga dike hewara. Kero bê dîk” Çi ye?

Şîrove:

Ser miqara; serê dîk

Dûv mişare; dûvê dîk

Li ser tinga dike hewara; bangdana dîk

Kero bê dîk; ji bo yê gohdar dike bersivê dide

  1. “Ker zirî, pişkûl jê firî” çi ye?

Şîrove:

Ker zirî; denge teqîna tifingê

  1. “Qesra spî, bê derî” çi ye?

Şîrove:

Qesra spî; qaqilkê hêkê ye

Çavkanî

Herem: Nisêbîn,Gundê Kertwênê

Çavkanî; Xelîlê Elîyê Mihemedê Erdî; 60 salî

Ji Lêkolinên Kurdî III – Dilazad ART

———————————————–

Bersiv:

1- Cotkar

2- Cotkar

3- Zarok / mirov

4- Dîk

5 -Tifing û fîşek

6- Hêk

Etîket: mamik, tiştonek, Wêje

Gotara berê:

Gotara piştî:

Gotarên Têkildar

Kurteya Romana ”Hinara Dawî ya Dinyayê” ya Bextîyar Elî

Roman çima tên nivîsandin?

Bûyera Qîço

Giringiya edebiyatê di struktura netewî de tiştekî zêde zêde mezin e

Di Helbesta Kurdî Ya Klasîk De Bedîuzzeman

ziman

Edîtorê malperê – 2 (Nivîs sererastkirin û weşandinê dike)

Hemû nivîskar →

Şîroveyekê bihêle