Di hikayetên Borges û Márquez da behsa tarîxê bi xwe ji hikayetan pêk tê, lê hikayet piranî fantastîk in li ser erdê rastiyê.
Hikayet û behsên di vê kitêbê da teswîrên zemanê çûyî ne ku meriva radikêşine wê demê. Nivîskar wekî epîtaf, rehmet li gora Joyce aniye, û gotina wî kiriye mifteya vê kitêbê, ya ku dibêje; tarîx mîna kabûsekê ye ku huzûrê nade min, û xwe didimê ku jê hişyar bibim. Tevî tesîra wê tarîxa bêhuzûr, ev hikayet ji tarîxa piçûk a nenivîsandî derketine û rastî û xeyalî li hev pêçayî ne. Lê her çi be jî, xeyalkarî, xwe dispêre rehên wê civakê ya ku metnên edebî jê derdikevin. Ev kurteçîrokên han deng û behsên civakê ne û berê me didine mîraseke nenivîsandî ku sewta wan ji nava defterên razayî hişyar dibin.

HIKAYETA TERZIYEKÎ Û ÇEND TIŞTÊN DIN
₺ 240,00
Di hikayetên Borges û Márquez da behsa tarîxê bi xwe ji hikayetan pêk tê, lê hikayet piranî fantastîk in li ser erdê rastiyê. Hikayet û behsên di vê kitêbê da teswîrên zemanê çûyî ne ku meriva radikêşine wê demê.
| Etîket | 9786258383669, Çîrok, EDEBIYATA KURDÎ, HIKAYETA TERZIYEKÎ Û ÇEND TIŞTÊN DIN, Rizgar Elegez |
|---|---|
| Kategorî | Çîrok, EDEBIYATA KURDÎ |