Di pirtûka Mirî Ranazin de mirî xweşik in, siwarê ku dijî ajovan derkeve guhê wî jêdibe, ciwanek gava ku can dide, namire, dibe çiyayek û roj bi roj çiyayên vî welatî zêdetir dibin, sînor mirovan dixwin, dil bê derî ne, mejî di tehtîlê de ne, reşikên şevê xwe li şermola, goristana Amûdê digrin. Şermola berfireh dibe, dibe welatek û li vî welatî dîn komaran ava dikin… Pê re jî çîrok kirasên nûjeniyê li xwe dikin û berê xwe didin jiyanê.
Di vê kitêbê de mirî ranazin; dîn, ji xwe re komaran ava dikin û li ser jiyana we zindiyan planan çêdikin.Çîrok, bi xewn û tirs û xeyaleke fireh û tûj pêçayîne. Helîm Yûsiv, bi zimanekî şahîk û nerm, çîroka welatekî jibîrbûyî dibe qonaxeke nû, derbasî warê nûjeniyê dike.
Mirî ranazin navê pirtûkeke nivîskarê kurd Helîm Yûsiv e. Pirtûk di 1996an de ji aliyê Weşanên Avesta ve hate çapkirin û ji du beşên yeko yeko 5 çîrokên nivîskarê amûdî pêk tê.
Çîrokên Mirî razanê
- Beşa Mirî xweşik in
- Guhê jêkirî
- Ava şîn
- Bêhna qedexe
- Gula omeriyan Têlo
- Keldûman
Beşa Mirî ranazin
- Li Şermola
- Reşikê şevê
- Dilê bêderî
- Komara dînan
- Çîroka dawî
Çavkanî
- Helîm Yûsiv (1996). Mirî ranazin. Avesta, Stembol. ISBN: 975-7112-04-6.
- Helîm Yûsiv, Peywend, 978-6056-43-3122 (Çapa Dawî)
https://helim-yusiv.niviskar.org/miri-ranazin.html, 01.01.1996, Helîm Yûsiv, helim-yusiv.niviskar.org
