Pirtûk Hezkirî
Nîşanî

Nîşanî

Avesta

₺ 220,00

Babayê Keleş ji wan nivîskarên Sovyetê bû ku bi îmaj û sembolên sade-empresyonîst ên jiyanê mohra xwe ya hostatiyê li çîroknivîsiya kurmanciyê xistiye. Di vê berhema xwe de Babayê Keleş –wek gelek hemdemên xwe, forma çîrokê ji destpêk-pêşketin-encamê rizgar kiriye û veguherandiye parçeyeke zindî ya…

NivîskarBabayê Keleş
WergêrMustafa Kılıçaslan
Cih (basım yeri)Berdan Matbaası, İstanbul
Sal (basım yılı)2026
Çap (baskı)1
Rûpel (sayfa sayısı)120
Ebat13 x 19.5 cm
Satın alma bağlantısıhttps://www.avestakitap.com/nisani
EtîketBabayê Keleş, Mustafa Kılıçaslan
KategorîÇîrok
Bikire

Babayê Keleş ji wan nivîskarên Sovyetê bû ku bi îmaj û sembolên sade-empresyonîst ên jiyanê mohra xwe ya hostatiyê li çîroknivîsiya kurmanciyê xistiye.
Di vê berhema xwe de Babayê Keleş –wek gelek hemdemên xwe, forma çîrokê ji destpêk-pêşketin-encamê rizgar kiriye û veguherandiye parçeyeke zindî ya ji jiyanê. Di çîrokên wî de, em dibînin ku qelema wî nola neştera Çexovê nojdar tûj, lê dilê wî nola şairekî nazik e. Li ba wî jiyana kurdî ya asayî, bêyî dramayên mezin û qarîn-qûjînan tê ber çavan. Karakterên wî zindî ne, diyalogên wî rehwan û şimşat in. Ji kalekî zemana bigire heya zarekî piçûk, ji karmendekî bigire heya jinebiyekê cûre cûre karekter tê de olan didin. Temaya çîrokên wî qeder, daristan, bajar, rê, gund, maşîne, jidayikbûn, evîn û mirin in. Ew rîtmên trajedî û komediyê di heman kêliyê de pêşkêş dike.
Xwendevan di wan rûpelan de ne tenê civaka kurd a li wî berî çemê Erezê ya sedsala 20an, lê belê xwe jî dibîne.

Mustafa Kılıçaslan

Navê pirtûkêNîşanî
WeşanxaneAvesta
DilKurdî
ISBN9786255535481
ISBN9786255535481