Pirtûk Hezkirî
TARÎXA DEWLETA KURDAN

TARÎXA DEWLETA KURDAN

Mihemed Ibn Îbrahîm El Xezercî Avesta

₺ 580,00

Di vê kitêbê de dîroknas Hezrecî qala rûdan û qewimînên di navbera salên 1175-1257an de dike. Nivîskar bixwe di serdema Selaheddîn Eyûbî de jiyaye û gelek agahiyên ku li ser Dewleta Eyûbiyan dane wek çavkaniyên sereke ne.

Etîket9786255535276, Emin Narozî, Kürt devlet tarihi, KÜRT TARİHİ, Magna Carducia, Mihemed Ibn Îbrahîm El Xezercî, tarih., TARÎXA DEWLETA KURDAN
KategorîMAGNA CARDUCIA
Bikire

Di vê kitêbê de dîroknas Hezrecî qala rûdan û qewimînên di navbera salên 1175-1257an de dike. Nivîskar bixwe di serdema Selaheddîn Eyûbî de jiyaye û gelek agahiyên ku li ser Dewleta Eyûbiyan dane wek çavkaniyên sereke ne. Çunkî wî agahiyên xwe ji şêxên xwe, ji hevdemên xwe, ji xwendekarên xwe û ji hevçaxên xwe bihîstine û ew bi nêrîn û çavdêriyên xwe jî xurt kirine. Wî sal bi sal bûyerên wê desthilatdariyê carina bi berfirehî û carina jî bi kurtî rêz kirine û ew yeko yeko di beşa wê salê de diyar kirine.
Kitêb her çend li ser Dewleta Eyûbî ya Kurd be jî, tê de li ser gelek bûyerên hawîrdorê yên Dewleta Eyûbiyan jî rawestiyaye. Mîna rikberiya navbera Selaheddîn û hikimdarên Zengiyan yên piştî Nûredîn Zengî di destpêkê de. Hinek bûyerên ser Dewleta Xwarizmiyan û pêwendiyên wan yên qenc û xerab bi kurd û moxoliyan re.
Herweha di kitêbê de weke erdhejên herêmî, êş û webayên navçeyî, xela, volkan û rabûna ava çemên mezin ên mîna Nîlê û li ser karûbarên civakî, avadanî, pîrozbayî, şahî û cejnan jî agahî hene.
Ev kitêb bi taybetî ji bo ronîkirina dîroka Dewleta Eyûbiyan û bi giştî jî li ser dîroka kurdan yek ji wan çavkaniyên herî giring e.

Navê pirtûkêTARÎXA DEWLETA KURDAN
NivîskarMihemed Ibn Îbrahîm El Xezercî
WeşanxaneAvesta
CureMagna Carducia
ZimanKurdî - Kürtçe
WergêrEmîn Narozî
Cihê çapêBerdan Matbaası - İstanbul
Sal2025
Çap1
Rûpel472
Ebat13,5x21,5
ISBN9786255535276
ISBN9786255535276

Avesta