Pirtûk Hezkirî
Kurdên Merwanî

Kurdên Merwanî

Ahmet Seyarî Avesta

₺ 220,00

Kitêba Îbnu’l-Ezreq ya bi navê Tarîxu Meyyafariqîn çavkaniya yekem e ku bi berfirehî der heqê kurdên Merwanî de agahiyên girîng dide. Beşeke serbixwe ya pirtûkê der heqê kurdên Merwanî de hatiye nivîsîn.

NivîskarAhmet Seyarî
WergêrAhmet Seyari
Cih (cihê çapê)İstanbul
Sal (sala çapê)2020
Çap1
EtîketAhmet Seyarî, Magna Carducia
KategorîUncategorized
Bikire

Kitêba Îbnu’l-Ezreq ya bi navê Tarîxu Meyyafariqîn çavkaniya yekem e ku bi berfirehî der heqê kurdên Merwanî de agahiyên girîng dide. Beşeke serbixwe ya pirtûkê der heqê kurdên Merwanî de hatiye nivîsîn. Tarîxu Meyyafariqîn ji aliyê Îbnu’l-Ezreq ve di sedsala XIIan de hatiye nivîsîn. Nivîskarê berhemê, Fariqî, di serdema Artûqiyan de di rêvebiriya dewletê de cih girtiye û karê rêvebiriya weqfan meşandiye.

Mijara vê xebatê dîrok, çand û şaristaniya kurdên Merwanî di Tarîxu Meyyafariqînê ya Îbnu’l-Ezreq de ye. Xebat, bingeha xwe ji tezeka lîsansa bilind digire ku ev tez di sala 2016an de li zanîngeha Mêrdîn Artukluyê di beşa Ziman û Çanda Kurdî de hatiye nivîsîn. Ev pirtûk ji destpêkekê û sê beşan pêk tê. Di destpêkê de armanca xebatê û sedema hilbijartina mijarê hatiye vegotin û der heqê mijar, çarçove, rêbaz û çavkaniyên xebatê de agahî hatine dayîn. Di beşa yekem de der heqê jiyana Îbnu’l-Ezreq el-Fariqî, bajar û welatên ku li wan geriyaye de agahî hatine dayîn. Di beşa duyem de behsa rêvebiriya kurdên Merwanî û serdema mîrên Merwaniyan hatiye kirin. Mijara beşa sêyem Çand û Şaristanî di Serdema Kurdên Merwanî de ye. Di vê beşê de taybetiya çand û şaristaniya kurdên Merwanî hatiye vegotin.

Navê pirtûkêKurdên Merwanî
WeşanxaneAvesta
DilKurdî
Rûpel136
Mezinahî13.5 x 21.5 cm
ISBN9786052246573
ISBN9786052246573