Pirtûk Hezkirî
Tarîx Ur-Rusul We L-Milûk - Kurd di Tarîxa Teberî de

Tarîx Ur-Rusul We L-Milûk - Kurd di Tarîxa Teberî de

Ebû Cafer Mihemed Ibn Cerîrê Teberî Avesta

₺ 250,00

Yek ji dîroknasên rûmetbilind î berhemdar yê serdema Îslamê xwediyê berhema “Tarîx ur-Rusul” yan jî “el-Umem we el-Mulûk”: Dîroka Pêxember yan jî Milet û Padîşahan” Ebû Ca‘fer Mihemed ibn Cerîrê ibn Yezîd ibn Xalidê Teberî (224-310/839-923) ye.

NivîskarEbû Cafer Mihemed Ibn Cerîrê Teberî
WergêrEmin Narozî
Cih (cihê çapê)İstanbul
Sal (sala çapê)2018
Çap1
EtîketEbû Cafer Mihemed Ibn Cerîrê Teberî, Emin Narozî, Magna Carducia
KategorîUncategorized
Bikire

Yek ji dîroknasên rûmetbilind î berhemdar yê serdema Îslamê xwediyê berhema “Tarîx ur-Rusul” yan jî “el-Umem we el-Mulûk”: Dîroka Pêxember yan jî Milet û Padîşahan” Ebû Ca‘fer Mihemed ibn Cerîrê ibn Yezîd ibn Xalidê Teberî (224-310/839-923) ye.

Berhema Teberî di forma kitêbên salewextî de ku sal bi sal bûyerên salane didin, hatiye nivîsîn û bûye wek bingeh û çavkanî ji bo dîroknasiya Erebî ya Îslamê. Ew hê ji çaxên berî dîrokê dest pê dike û pêl bi pêl pê ve tê heya digihê serdema Îslamê. Ji serdema Îslamê û pê ve jî ew sal bi sal li pey hev didomîne ta ku digihîje sala 915an.

Kitêba dîrokê ya Teberî di nav dîroka Îslamê de, yek ji wan kitêbên dîrokê yên rasttirîn û pêbawertirîn hatiye dîtin. Ew bi awayekî berfireh û bi rêk û pêk hatiye nivîsîn û gelek agahdariyên girîng î hêja ji devên saloxdarên (rawiyên) serwext dide xwendevanan ku xwendina wê jî xweş û hêsa ye.

Dîroknivîserê me bi vê berhema xwe, xebata tarîxzanên berî xwe yên mîna Yaqûbî, Belazûrî, Waqidî û Ibn Sa‘d temam kiriye û ji dîroknasên pey xwe yên mîna Mes‘ûdî, Mîskeweyh, Ibn Esîr, Ibn Xeldûn û yên din re jî rê vekiriye û çavkaniyeke hêja û tekûz ji wan re hiştiye.
Tarîxa Teberî deh cild in, cildê pêşî li ser afirandina cîhanê û ya mirovan e, ew hin bi hin pê ve diçe û cild bi cild lê didomîne heya ku digihîje serdema pêxemberan û şah û qralên hevçaxên wan. Ew wan li gor rêza hatina wan di Tewrat û Incîl û Sihûfan de digel delîl û şiroveyên ji Quranê li pey hev rêz dike ta ku digihîje heyamê Îslamê.

Navê pirtûkêTarîx Ur-Rusul We L-Milûk - Kurd di Tarîxa Teberî de
WeşanxaneAvesta
Rûpel184
Mezinahî13.5 x 21.5 cm
ISBN9786052246085
ISBN9786052246085