Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, Evdalê Zeynikê, Xosrof Malool, Elî Xendan, Kawîs Axa, Nesrîn Şêrwan, Karapetê Xaço û Aram Tîgran jî di nav de 110 “Şakarên Muzîka Kurdî” di pirtûkek du cildî de anîn cem hev û weşand. Pirtûk ji aliyê lêkolîner Zeynep Yaş ve hate amadekirin, di pirtûkê de serpêhatiya jiyana hunermendên kurd, fotoyên belge-arşîvî, qeyda dengê her yekî …