Seîd Veroj 1.Rojnameya Kurdistan Di roja 22yê Nîsana vê salê de, li ser çapkirina yekemîn hejmara rojnameya Kurdistan, 117 sal derbas bûn. Îro em bi munasebeta 117. salvegera rojnamegerîya kurdî berhev bûne. Bêguman di nav vê dema dirêj de ku ji esrekî bêtir e, li çar parçeyên Kurdistanê û herweha li dervayê Kurdistanê jî gelek rojname û kovarên kurdî hatine …