Dawiya havînê bû. Germahiya hewayê zêde bibû. Hişkayî û germahî gelê Medîneyê bêzar hiştibû. Dema komkirina xurmayan bû. Gel hê nû bêhneke rihet standibû ku Resûlê Xwedê(sxl)bihîst ku ji bakurê rojhilat talukeyek gelek mezin tê, ev talukeya dewleta Bîzansiyan bû û li ser vê gefê fermana seferberiyê da. Fêkî hê nû gihiştibûn, germahiya hewayê jî yekî dikuşt. Gel ji hişkesaliyê …