ŞAHÊ DENGBÊJAN RESO Di dinyayê de hin ‘tişt’ û qad hene ku bi tenê xasî miletekî ne û tenê ew milet wî tiştî dike û jê fêm dike. Dengbejî jî qadeke wisan e ku bi tenê xasî Kurdan e û ji rêgehên wan ên herî xwemal e. Di nav …
Read More »Ji Nûbiharê: Derdê Welat
Derdê Welat/Dîwan SERDA Serda Selaheddîn, yek ji wan şairên me yên jîr e ku heta niha nehatiye nasîn. Hêj di medreseyê de feqiyekî nûciwan bûye dest bi şiîrê kiriye. Gelek balkêş e ku Serda di wî temenê xwe yê pir ciwan de şiîrên pir estetîk û kûr nivîsîne. Serda Selaheddîn, …
Read More »Pirtûka Cîhan Roj “Av û Berf” derket
Pirtûka bi navê “Av û Berf” ji weşana J&J derket ji ber vê me ji nivîskar Cihan Roj agahî xwest, nivîskar di derbarê kitêba xwe ya helbestê de agahî da me: “Min ji salên nodî vir ve helbest jî nivîsîn. Gellek helbestên min di qada înternetê de hatin weşandin û …
Read More »Ji Gencineya Kultûra Kurdên Serhedê Berhemeke Nû: Dendo
Nîhat Önerê ku ev bi salane li Serhedê karê berhavkarîyê dike, pirtûka xwe ya çîrokan ya duyemîn derxist. Nîhat Öner bi qasî 15 salane li Serhedê gund bi gund digere û çîrok, metelok, biwêj û gotinên pêşîyan berhev dike û çanda Kurdan a devkî ya dewlemend ji wundabûnê xelas dike. …
Read More »Pirtûka ‘Geliyê Perperokan’ a Şêrko Bêkes ji bo zimanê Îngîlîzî hat wergerandin
Pirtûka nivîskarê Kurd ê navdar Şêrko Bêkes a bi navê Geliyê Perperokan ji bo zimanê Îngîlîzî hat wergerandin. Pirtûka Geliyê Perperokan a Şêrko Bêkes li ser jenosîdên Enfal û Helebçê ye. Ev pitûka nivîskarê navdar ê Kurd bi navê Butterfly Valley (Geliyê Perperokan) ji bo zimanê Îngîlîzî hat wergerandin. Wergera …
Read More »Pirtûka Celaddet Elî Bedirxan-Rêzimanî ya Kurdî
Ji bo hînbuna Rêzimanî ya Kurdî pirtûkekê gelek xweş em pêşnîyazê we dikin. Hûn kanin daxînin e kombers û telefona xwe û her roj hinekî hîn bibin. Ji bo daxînê pêlêkin
Read More »Zarokên Kurd Bi Çîrokan Şad Dibin
Xebata salekê ya TZPKurdî û DÎSA´yê bi çapkirina 20 pirtûkên ji bo perwerdeya pêşdibistanê bi dawî bû. TZPKurdî û DÎSA niha dest bi belavkirina van pirtûkan dikin ku dê ji bo perwerdeya pêşdibistanê yên bi kurdî bibe gencîneyeke nedîtî. TZPKurdî û DÎSA’yê xebateke hevpar a wêjeya devkî ya zarokan meşandin. …
Read More »Di Rîsaleya Nûrê de Mijarên Kurdî
Me xwest ew hevokên, paraxrafên, mijarên di kuliyeta Rîsaleya Nûrê de li ser mijarên Kurdî de derbas dibin bînin ba hev. Em li ser bêjeyên di rîsalê de derbas dibin nesekinîn. Nivîsa ‘ewil li ser Mektûbatê ye. Di dawiya hevokan de bi jêrênotan di Mektûbatê li ku derê derbasbûye hatiye …
Read More »Saîd Veroj pirtûka “Du Birayên Bedirxanî” tomar kir
Nivîskar û lêkolîner Saîd Veroj, li Diyarbekirê nivîsên Mîr Celadet Bedirxan û Mîr Kamûran Bedirxan ên ku di navbera salên 1913 û 1923’yan de di rojnameyên girîng de hatine weşandin, di encama xebateke 3 salan de tomar kir û bi rêya pirtûkekê pêşkêşî xwendevanên Kurd kir. Saîd Veroj bang li …
Read More »Lokman Polat Kî Ye?
Polat di sala 1956’an de li navçeya Licê’ya Amedê hatiye dûnyayê. Ew berî 1980yî çend caran ji aliyê dewletê ve hate girtin û dûvre jî berdan. Di encamê de bêyî ku li dadgehê amade bibe, deh sal û nîv ceza xwariye. Wî beriya salên 1980’yî li welat belavokên siyasî dinivîsand. …
Read More »
ÇandName Li pey şopa bav û kalan…