Mebest ji cînavên pêvekirî (yan girêdayî) ew cînav in yan pirtikên cînavan in ku bi birrên din yên peyvan ve tên girêdan û cihê cînavên xweser û xwerû digirin. Lê mebest li vê derê ne paşpirtikên kesî yên lêkeran in, wek bo nimûne di kurdî de ”dik-im” ku ”-im” diyar dike ku kesê dike ”ez” im. Cînavên pêvekirî bi taybetî …