Tag Archives: Abdullah İncekan

Hannah Arendt, xwendin û em

Çima gelê Kurd di ewqas hêlan de ji gelên din şûndatir maye? Kêmbûna hizra neteweyî? Nebûna rûmetê – rûmeteke gelemperî û neteweyî? Rola zanînê? Elbet ev tev sebeb in, lê dîsa jî dilê min rûnanê. Çima hejmara Kurdên çardeh salî yên Ehmedê Xanî dixwînin ji yên ku Goethe, Hegel, Nietzsche …

Read More »

Medya Kurdî: Dagirkerên ji malê!

Rêxistin û partîyên Kurdan rê li ber medyayeke azad û bi vê va girêdayî jî li ber dînamîzma fikrê girtine ku herdu jî bingeha civateke sîvîl û pêşdeçûyî ne! Di nivîsa xwe ya di bin sernavê „Lâl olma halî ve Kürtler“ da ez li ser du xalên ku herî zêde …

Read More »

Rewşenbîrîya Kurdî û oto-Oryentalîzm

Lê gava nivîskarekî Kurd rabe, di sedsala 21an da di jinikeke nixumandî da tenê ‘gagoleke rêxê’ bibîne, meriv dê vê ‘xebata ronakbîrî’ çawa îzah bike? Gelo ‘gagoleke rêxê’ çîroka ‘Çarşef’ bixwîne, dê di rihê wê da çi bêje? Ma heqê kê heye, ku metaforeke bi vî rengî di serê xwendevanên …

Read More »

Sînor, Edebiyat û Mueyed Teyib

Gava mirov ji kitêbekê, ji şiîrekê, ji fîlmekî, ji stranekê zewq girt, wê demê ew dibin sedem ku meriv ji wî zimanî jî zewqê bigre. Berhemên Teyib ji vê hêlê ve jî têr û tije ne, kûrahîya her metnekê bi mecaz, alegorî, îroniyan bi serê xwe heye. Zimanê şiîra Teyib, …

Read More »

Rewşenbîrî çi ye – rewşenbîr kî ye?

Însan bi agir dikeve sewîya însan. Agir nebe, însan di sewîya heywanan da ye. Lewra bi agir meriv tiştên xav dikelîne û dixwe. Mirov gava agir bi dest dixe, ji koçberîyê, ji nêçîrê diqete û li ciyekî êdî bi cî dibe. Li wir koka xwe datîne. Êdî weke darekê rehên …

Read More »

Rainer Maria Rilke, Ji Şairekî Ciwan Re Name

Nameyên ku helbestvanê navdar Rilke, ji şairê ciwan Franz Xaver Kappus re şandin, êdî bi kurmancî ne. Berhema qedirgiran “Rainer Maria Rilke, Ji Şairekî Ciwan Re Name” bi wergera Abdullah Încekan, ji weşanên Nûbiharê derket. Her kesê ku riya wî bi edebiyata modern ya cîhanê ketiye, bi awayekî navê şairê …

Read More »