JI KELEPORA KURDAN ÇÎROK

Di sala nû de em ê bi pirtûka pêşî ya sala 2017an dest pê bikin. Pirtûka vê hefteyê ya bi navê “Ji Kelepora Kurdan Çîrok” ya nivîskar Mustafa Rêzan ji Weşanên Zanîngehê derket pêşberî xwendevanan.

Ev pirtûk, ji çîrokên devê yekem hatine bihîstin û bi şîroveya Rêzanî hatine hûnandin. Ev Çîrok ji herêma Şemrexê a navçeya Mêrdînê ne. Lê bele, zêdetir bi şêwaz û ruxsara helbestkî hatine nivîsandin. Peyv û bêjeyên zargotinî, ji kaniya zargotin û wêjeya Kurdî ne.

Berhem hem bi helbestkî hem jî bi nivîsa normal hatiye hûnandin. Nivîskar çîrokên ku ji mezinên xwe guhdar kirine bi awayekî nû û modern rêz kirine.

Nivîskar dibêjê dibe ku di zimanên biyanî de şiklê van çîrokan yên din jî hebin. Lê ev çîrok, ji devê mezinên Kurdan hatine bihîstin û nivîsîn.

Nivîskar mebesta xwe ya nivîsandina vê pirtûkê di destpêkê de wiha tîne ziman:  “Baş dizanim ku di zaroktiya min de hinek kes dihatin cem dapîra min û ev çîrok jê guhdarî dikirin. Paşê ev çîrokên jiberkirî wergerî Tirkî dikirin û wek malê Tirkî didan nasin. Merema min ev e ku ev çîrok bê çawa ji zimanê Kurdî belav bûne dîsa wek malê Kurdî bên zanîn.

Li ser nivîsandina helbestkî jî daxwaza nivîskar ev bû.

Gotinên bandortirîn li ser mirovan ji demên kevn û qedîm û heta îro, herf û tîpên efsûnî yên helbestan in. Ji zarokan bigirin heta kalemêran hemû însan li ber bêjeyên helbestkî lal bûne. Dayikan bi çarînên helbestkî zarok razandine.

  • Pirtûk: Ji Kelepora Kurdan Çîrok
  • Nivîskar: Mustafa Rêzan
  • Weşanxane: Zanîngeh

Ji bo kirîna pirtûkê bitikînin…

 

 

 

 

Derbar Rêvebir

Check Also

JIYAN Û MIROV

Di jiyana mirovahî de derman nîne ji xwastek û hêstên di dilê mirovan de, bi …

Leave a Reply