Pirtûk Hezkirî

“Tu şems û teva min î,

Tu roj û şeva min î,

Tu bîn û hewa min î,

Derê bînaya çava.”

Nîveka sedsala bîstemîn ji bo helbesta Kurdî û ji bo sazkarîya poetîkeya helbestvanên Kurdî yek ji sedsalên guherîn û veguherînên bîngehîn ên di tradîsyona helbestên Kurdî de ye. Di vê nîveka sedsala bîstemîn de ger yek ji danêr û sazkarê vê guherîn û veguherîna bîngehîn a helbesta kurdî, kurmancî Cegerxwîn be, yê din jî bêguman Fêrîkê Ûsiv e.

Lîrîka, risteyên têrûtijî, romantîzma li hemberî yar û xwezaya welêt, keserkêşanên diltenikane ên li pey dewr û zemanên borî û xeyala ku di her rûpelê de xwe dide hîskirin a Kurdistana azad, xwendevan ber bi cîhana Fêrîk a ku di helbestê de ava kirî ve bi dilxweşî dikişîne.

“Ne ez ber derî te me,

Ez sewdeserê te me,

Heyrana serê te me,

Derê bînaya çava.”