Di dîroka wêjeya Kurdî de hin kes û şexsîyetên girîng hene ku meriv nikare tehde û têkoşîna wan a polîtîkî a di biwarê ziman û çanda Kurdî de dîtî, ji karê wan ê wêjeyî ên afirinêrîyê cuda bifikire. Destpêka sedsala bîstemîn, wexta hilweşîna Împaratorîya Osmanî, wexta destpêka damezrandina netewdewletan, li Stenbolê kesekî mîna E. Rehîm Hekarî ku ji bo dîroka wêje û sîyasî a kurdan girîng e, xwe di nava têkoşînê de dît. Serencama wî a bi daw û doza zimên re, kar û xebatên di nava cemîyet û civakên kurdperweran de, her wiha kurdînivîsîna wî a di kovarên cihêreng ên kurdî û bi taybetî di Kovara JÎN’ê de ji bo wêjeya Kurdî ew cihê serbilindî û serfirazîyê ye.
Gazîya Welat, hin nimûneyên helbestên hişyarkar û bangewazîyane ne ji bo Kurdan. Her çendî berhemên di vê pirtûkê de ji her alîyê jîyanê helbestên cihêreng di xwe de dihewîne jî, di esasê de, hemû helbest di yekhîs û yekfikirê de digihên hev du: Fikir û hîsa têkoşînane a li dijî serdestên Kurdan.
“Bihar hat, şîn bûn gîya
Cil ber kirin, xemilîn çîya,
Geştan bikin ser kanîya
Ji xîzê diçit şubhê zîya
Berraq, pakî safîya”
