Pirtûk Hezkirî

Guherînên ku di sosyolojîya neteweyên bindest yên wekî neteweya Kurd de çê dibin, hem pircureyî hem pirhêlî hem jî pirrengî ne. Digel war û biwarên dîtir, biwara wêjeya Kurdan jî para xwe ji van guherînên erênî û neyînî digire.

Dilawer Zeraq, sosyolojîya wêjeya Kurdî, ji demên  destpêkî û di çarçoveya bandorên dîrokî de lê dikole û di pêdeçûna dîrokî de, guherîn û rengbixwedana wêjeya Kurdî, digel kartêkirinên pêşî û encamên ku piştî guherînan çê dibin, dinirxîne.

Di Şopên Wêjeyê de, li ser hîma pêdeçûn û renggirtina wêjeya Kurdî, nivîsarên ku  hûrgerîyê di sosyo-polîtîkaya wêjeya Kurdî de dikin, cî didin xwe. Her yek nivîsar, di deqbendeke xweserî xwe  de, balê dibe rewşa wêjeya Kurdî ya ku berhemên xwe digel bandorên konjonktur û rewşa jîyana Kurdan ya pirhêlî diafirîne.

Navê pirtûkêŞOPEN WÊJEYÊ
WeşanxaneLîs
CureDILAWER ZERAQ, DİZİLER > WÊJE - REXNE, EDEBİYAT - ELEŞTİRİ REXNE, ELEŞTİRİ, Kurdî / Kürtçe
ISBN9786256626140