Bi Deng Pirtûka Mirina Kalekî Rind a Mehmet Uzun

Pirtûka Mehmet Uzun a Mirina Kalekî Rind hûn kanin bi dengî guhdar bikin .

Du meriv. Du ronakbîrên kurd; ronakbîrê destpêka 1900’î Kalo û ronakbîrê nûjen Serdar Azad. Jiyanên wan, hîs û serpêhatiyên wan, xewn û xeyalên wan, danûstandinên wan yên bi hev re û bi doralî re, dijwarî berberiyên wan… Romana Mehmed Uzun ya duwemîn, Mirina Kalekî Rind, li dor van kes, tişt û pirsiyaran tê pê. Ronakbîrê nûjen Serdar Azad pênûs di destan de, li ber masê rûdine û ronakbîrê kevnare Kalo bi bîr tîne; gundekî biçûk û kalemêrekî ecêb. Kalo kî ye? Ew ji kû ye? Ew çi vedişêre? Serdar Azad, li milekî, ji xwendevanên xwe re behsa kalê ecêb û sirtijî dike û li milekî din jî, ew bi kalo re dipeyive û jê re behsa xwe, hîsên xwe, bîranên xwe û zarokatiya xwe dike. Yanê, roman ne bi tenê li ser du kesan tê pê, herweha ew bi du şêwan jî tê hûnandin û vegotin. Mirov dikare Kalo wekî rûpelekî jibîrbûyî ji dîroka Kurdistanê bibîne, Serdar Azad û jiyan, hîs, daxwaz û bîranînên wî jî, wekî mirovekî kurd yê nûjen û jiyana wî… ji ber ku kes, bûyer û peywendiyên romanê herçend şexsî û taybetî bin, hewçend jî gelemper in.

GUNDAR BIKE

Ji ber ku li tirkî malpera 4shared.com hatiye qedexekirin ji derveyî tirkî an bi VPN hûn dikarin xwe bighînin dengan.

Etîket: bidengî, e-Pirtûk, mehmet uzun, mirina kalekî rind, Pdf, Pirtûk

Gotara berê:

Gotara piştî:

Şîroveyekê bihêle